Hêzên Îranê 7 kolberên din birîndar kirin
Di êrîşên hêzên Îranê de 7 kolberên din birîndar bûn.
Di êrîşên hêzên Îranê de 7 kolberên din birîndar bûn.
Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê di nava sê rojên borî de ji ber gulebarana hêzên rejîma Îranê 7 kolber li sinorê bajarê Bane yê ser bi parêzgeha Sine birîndar bûne.
Kolberên ku birîndar bûne, evin: Diyako Remezanî, Kiyanuş Paşayî, Zanyar Rahzade, Simko Rewazî, Selah Kerîmî, Azad Nurî û Hemîdreza Hafizî.
Di nava sê hefteyên dawiyê de, li Rojhilatê Kurdistanê di encama gulebarana hêzên rejîma Îranê de 3 kolber hatin qetilkirin û herî kêm 50 kolber jî birîndar bûne.