'Hêza me heye em mohra xwe li dîrokê bidin'

Berxwedêrê greva birçîbûnê Yusuf Îba yê li bajarê Toronto yê Kanadayê 58 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, bang li hikumeta Kanada û CPT’yê kir ku ji bo dawîkirina tecrîdê zextan li Tirkiyeyê bikin.

58 roj in Yusuf Îba li bajarê Toronto yê Kanadayê di berxwedana greva bêdawî û bêdorveger de ye. Îba dibêje, "Armanca me ne mirin e, armanca me jiyaneke bi rûmet e."

Yusuf Îba yê ku ji 13’ê Çile ve di greva birçîbûnê de ye dibêje, "Me gava xwe avêt lê belê ne bes e, divê em bi serkeftinê bi encam bikin. Şensê me yê ku em xeletiyên dîrokî bikin nîne; lê belê ew hêza me heye ku em serkefitinên mezin bi dest bixin. Divê em hêza xwe bikin yek, tecrîda li ser Rêbertiya xwe bişkînin û bikin ku azad bijî."

Îba di derbarê tenduristiya xwe de jî dibêje ku ev 8 care rakirine nexweşxaneyê lê belê her carê berxwedana xwe domandiye. Îba dibêje, "dilê min ditengije, nikarin bi hêsanî nefes bigirim, bi ser hev ji ser hişê xwe diçim. Heta niha ez ji ser hişê xwe neçûbûm. Niha tenduristiya min nediyar e. Ez hinek rojan baş im hinek rojan jî ji nişka ve dikevim. Tevî vê jî her roja ku derbas dibe ez hîs dikim ku ez bi hêz dibim."

Îba di derbarê bandora çalakiya xwe ya li raya giştî ya Kanadayê dibêje, "heke em bi rêbazên rast û baş têkoşîn û doza xwe bidin nasîn, her kes jî dibîne ku doza me doza hemû mirovahiyê ye. Lewre em bandor li her kesî dikin. Destpêkê însan li me diheyirîn. Lê belê piştî berxwedana me dîtin, rêz girtin. Ev însan jî êdî qanî bûne ku berxwedan pêwîst e. Lewre çalakiya me di raya giştî de jî xwedî rêzeke micid e.”

Îba, di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku wê bi teqez bi ser bikevin û wiha pêde çû, "Ti baweriya min li dewleta Tirk nîn e, lê belê ez ji xwe û hevalên xwe yên berxwedêr bawer im. Ez nizanim ka wê pêvajo çawa pêş bikeve lê bi teqez em ê bi ser bikevin. Bedelê wê çi be bila bibe em ê bigihijin armanca xwe û vê berxwedana xwe bi serkeftinê tacîdar bikin. Lewre divê demildest tecrîdkirina Rêberitiya me bi dawî bibe.

Rewşa hevalên me Leyla Guven û Nasir Yagizê zêde nebaş e. asta krîtîk ji zû de ye li pey xwe hiştine. Divê her kes rola xwe baş bilîze. Lewre heta em negihijin armanca xwe em, dev ji berxwedana xwe benadin. Ez ji CPT’ê re, ji saziyên qaşo dibêjin em parazvanên mafê mirovan in re dibêjim; ka hûn li kû ne! Heke tiştek li hevalên me bê, bi qasî dewleta Tirk hûn jî berpirsyar in. Heta em negihijin armanca xwe em dev ji berxwedana xwe benadin. Bila kes me bêhêz nebîne. Hêza me heye ku em mohra xwe li dîrokê bidin."

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka