Hêza kar a erzan li kû be, VW wê li wir fabrîkayê deyne

Volkswagen (VW) wê fabrîkaya xwe nû li Bilxerîstanê deyne yan li Tirkiyê? Tê gotin yek ji mezintirîn şîrketa otomobîlê ya Elman bêyî ku li hiqûqê û nirxên mirovan binere, hêza kar li kû erzan be wê biçe wî welatî.

Di nûçeyan de weşiyabû ku yek ji mezintirîn şîrketa otomobîlê ya Elman Volkswagen (VW) ji bo fabrîkeya ku wê modêlên Passat, Skoda û Seatê hilberînê, li şûna Bilxerîstanê biryar li ser Manîsayê ya Tirkiyê deyne. Hatibû gotin, hikûmeta Tirk ji bo fabrîkaya nû ya VW'yê mîsogerî daye ku hemû daxwazan bi cih bîne.

Siyasetmedarên partiya muxalîf ên Elman bal kişandibûn ser dûrketina Tirkiyê ya ji hiqûq û mafê mirovan û gotibûn, ''Fabrîkaya nû ya VW'yê diyariyek e li rejîma Erdogan'' û rexne kiribûn. Endamê Desteya Teftîşê ya VW'yê, Serokê Eyaleta Saksonyaya Jêrîn Stephan Weîl jî duh bi daxuyaniyekê gotibû ji bo avakirina fabrîkayê hê jî ew li cih digerin. Li gorî Weîl dema ku wan biryar da, ev ê ne bi çarçoweya biryareke siyasî be.

Tê payin ku VW heta payizî wê biryarê bide bê ka fabrîkayê wê li kîjan welatî deyne. Li gorî hin pisporan Tirkiye ji gelek aliyan ve ji Bilxerîstanê bêhtir xwedî avantaj e, lê krîzên aborî yên li Tirkiyê û rewşa ne baş a rejîma Erdogan vê dike dezavantaj. Her wiha ji ber sedema ku Bilxerîstan endama Yekîtiya Ewropayê ye û ji hêla dewleta hiqûqê ve ji Tirkiyê baştir e, wê biryar li ser wê were dayin.

Li gorî nûçe-şîroveyeke rojnameya 'Nordwest Zeîtung''ê hêza kar a erzan li kû be VW wê fabrîkayê li wir deyne.