Li Bajarê Amûdê Komîteya Tenduristiyê ya girêdayî Heyva Sor ya Kurd serdana koçberên ku ji Bajarên din yê Sûryeyê hatine Amûdê kir.
Li Bajarê Amûdê Komîteya tenduristiyê ku ji diktor û alîkarên wan pêktên, serdana koçberên ku ji Bajarên din yên Sûryeyê berê xwe dane Amûdê kirin. Diktorên ku di komîteyê de cihê xwe digrin, hemû nexweşên koçberan teşhîs kirin û derman dan kesên ku pêdiviya wan bi dermanan hebûn.
Diktor Baran Hemê ku cihê di nava komîteya ku serdana koçberan kirîn digire diyar kir ku, wan wek şandeya Heyva Sor ya Kurd di nava koçberan de geriyan, nexweşên wan teşhîs kirin, derman dan kesên ku pêdiviyên wan pê heyî. Her wiha Hemê destnîşan kir ku, Heyva Sor ya Kurd navenda xwe li Amûdê vekiriye da ku di xizmeta kesên xizan de kar û xebat bike.
Hemê bangî hemû sazî û rêxistinên mirovahî kir da ku karibe alîkariyên xwe ji koçberên ji ber şer û pevçûnan malên xwe terkirine û di nava jiyaneke zehmet de dimînin.
Heyva Sor ya Kurd di 21-12-2012 li Bajarê Amûdê navenda xwe ya yekem vekir, niha li hemû deverên Rojavayê Kurdistanê ketiye nava kar û xebatê de.