Heyva Sor alîkarî ji Bakurê Kurdistanê re şand

Heyva Sor a Kurdistanê, ji bo malbatên ji ber êrîşên li Bakurê Kurdistanê mexdûr bûne, ji destpêka meha Remezanê û vir ve bi qasî 700 hezar Euro alîkarî kir.

Di daxuyaniya Heyva Sor a Kurdistanê de hat ragihandin, di nava meha Remezanê de paketên xwarinê yên hêjayî 460 hezar Euroyî li gelê li Gever, Şirnex, Nisêbîn, Cizîr, Sûr, Silopiya, Dêrik, Kerboran û Hezexê hatine belavkirin.

Heyva Sor her wiha diyar kir, ji bo çêkirina xaniyên li Geverê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine xerakirin, 240 hezar Euro û 30 hezar Dolarê Kanadayê ji gelê Geverê re şandiye.

Di daxuyaniyê de li ser mijara "Kampanya malbata xwişk û bira" de agahî hat dayîn û hat gotin 2 mîlyon 421 hezar Euro, 60 hezar Dolarê Kanadayê û 40 hezar Frankên Swîsreyê gihaştine herêmên bandora şer lê bûye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ev alîkarî bi rêya Meclîsên Gel ên li Bakurê Kurdistanê li gel hatiye belavkirin.

Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê her wiha bang li gelê Kurd kir ku fitrê û zikatên xwe yên îsal bişînin Gever, Cizîr, Silopiya, Sûr, Kerboran, Nisêbîn û Hezexê.