Heyva Sor a Kurdistanê: Ya ku cejnê watedar dike hevkarî ye
Heyva Sor a Kurdistanê bi daxuyaniyeke niviskî cejna Remezan pîroz kir û bal kişande ser girîngiya hevkarî û piştevaniyê.
Heyva Sor a Kurdistanê bi daxuyaniyeke niviskî cejna Remezan pîroz kir û bal kişande ser girîngiya hevkarî û piştevaniyê.
Heyva Sor a Kurdistanê bi daxuyaniyekê cejna Misilmaman, Cejna Remezanê li cîhana Îslamê û gelên Kurdistanê yên misilman pîroz kir û bi bîr xist ku bi salan e gelê Kurd cejnê bi êş û azar û xemginiyê pêşwazî dike.
Heyva Sor a Kurdistanê di daxuyaniyê de bi berdewamî wiha got:
"Weke kevneşopî, di arîfeya her cejnê de bi taybet dayîk, malbat diçin serdana goristanê û miriyên xwe bi bîr tînin. Lê dewleta Tirk rê nade ku Kurd biçin serdana miriyên xwe û cejna Ramazanê pîroz bikin. Bi taybet demên dawî êrişa li dijî gorên zarokên Kurdan, xerakirina goristanan û her wiha komkirina hestiyên miriyan li ser rê, êşa civaka Kurd bi 2 qatî zêdetir kiriye. Di nava vê rewşa kambax de, tişta ku êş û azarê mirovan kêm dike, hevkarî û piştgirî ye. Bi vê têgehê Heyva Sor a Kurdistanê ji ber rewşa aloz, karîbû bi hezaran malbatên xwedî derfet û yên muhtac bike xwişk û biryarên hev. Bi hêviya ku bibe wesîleya aramî û aştiyê, em Cejna Ramazanê di serî de gelê Kurdistanê, li tevahiya alema Îslamî pîroz dikin."