Heyva Sor a Kurdistanê alîkarî ji Bakurê Kurdistanê re şand

Heyva Sor a Kurdistanê, alîkariyekî mezin a xurek ji bo gelê Bakurê Kurdistanê yê ku ji ber êrîşên qirker ên AKP’ê malên wan hatine hilweşandin re hate şadin.

Saziya alîkariyê Heyva Sor a Kurdistanê, ji bo bicîhanîna pêdivîyên xwerîne yên xelkê li deverên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine wêrankirin re alîkarî şand

Li gorî daxuyaniyê bi rasthatina Meha Ramezanê ji bo Sûr, Gever, Şirnex, Nisêbîn û Cizîrê, bi bihaye 50 hezar euro paketên xwarinê hatin belavkirin.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Dewleta Tirk ji Payiza 2015’an ve bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê, yên mîna Gimgim, Farqîn, Lice, Silopî, Sûr, Cîzîr, Nisêbîn, Dêrik, Kerboran, Hezex, Gever û Şirnexê dorpêç kirine û di êrîşên xwe di be sedan welatiyên sivîl qetil kirin, bi sedan birîndar bûn.Di encama van êrîşên bi tank û topan de bi hezaran mal û xaniyên van welatiyan hatin xerakirin û rûxandin û bi sedan zarok sêwî mane û bi hezaran malbat mexdûr kirine.”

Li gorî daxuyaniyê, Heyva Sor a Kurdistanê ji bo bicîhanîna pêdivîyên xwerîne yên xelkê Sûr, Cizîr, Nisêbin, Şirnex û Geverê bi bihaye 50 hezar euro paketên xwarinê bi hevkariya Meclisên van herêman li welatiyan belavkir.

BANG

Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê dawiya daxuyaniyê bang li Kurdistaniyên Ewropa û dostên wan kir “Destê alîkariyê dirêjî xelkê li deverên ku ji aliyê dewleta Tirk hatiye wêrankirin bikin û fitre û zekatên xwe yên îsal ji bo van deveran bişînin.”