Heyva Sor a Kurdistanê 300 kon şand Rojava
Heyva Sor a Kurdistanê 300 kon şand Rojava
Heyva Sor a Kurdistanê 300 kon şand Rojava
Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyên xwe ji bo gelê Rojava dewam dike.
Di çarçoveya kampanya alîkariyê de, Heyva Sor a Kurdistanê îro 300 konên malbatî ji bo penaberên li kantona Cizîrê şandin.
Piştî dagirkirina herêma Şengal û êrîşên li dijî kantona Kobanê, Saziya Mirovahî Heyva Sor a Kurdistanê ji bo gelê Rojava û Kurdên Êzidî lez da xebatên xwe yên alîkariyê.
Bi vê armancê Heyva Sor bi taybet ji bo xelkê Kobanê Kampanya Alîkariya Mezin da destpêkirin.
Her wiha ji bo pêdiviyên Kurdên Êzidî yên ji ber êrîşên li dijî Şengalê ji warên xwe bûne jî, xebatên alîkariyê yên Heyva Sor ranawestin.
Di çarçoveya kampanyayê de, bi buhayê 100 hezar Euro ji bo sivîlên li Kobanê xwarinên hazir hatin şandin.
Her wiha li hemberî rewşên awarte û bi hevkariya saziya Heyva Sor a Kurd a Rojava, li kantona Cizîrê ambara alîkariyên lezgîn hat amadekirin.
Weke gava pêşî, Heyva Sor a Kurdistanê îro ji bo vê ambarê, 300 konên malbatî şandin.
Konên ku di deriyê Nisêbînê re derbas bûn, radestî rêveberiya Heyva Sor a Kurd hatin kirin.
Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê da zanîn ku alîkariyên wê ji bo gelê Kobanê, welatiyên Şengal û bi giştî Rojavayê Kurdistanê wê dewam bikin.