Heyetên Fransa û Elmanya wê HDP'ê ziyaret bikin

Heyetên ji Fransa û Elmanyayê, wê li Meclîsê bi parlamenterên HDP'yî re rûnên.

Heyeta ji senatorên Fransayê Cecîle Dûflot û Sergîo Coronado û nûnerên Sefaretxaneya Bilind a Fransayê, wê bi Alîkarê Hevserokên HDP'ê yê ji Têkiliyên Derve Berpirsyar, Parlamenterê Çewlikê Hişyar Ozsoy, Amîrê Îdareyê yê Meclîsê, Parlamenterê Enqereyê Sirri Sureyya Onder û Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran re hevdîtinê bike.

Hevdîtin wê îro (9'ê Kanûnê-În) saet di 16:45'an de li odeya Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken ê girtî, pêk were.

Heyeta ji Elmanyayê jî, ku ji Alîkarê Serokê SPD'ê û yên pê re pêk tê, wê bi, Hişyar Ozsoy, Parlamenterê Agirî Berdan Ozturk û Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez re rûnê.

Ev civîn jî wê îro saet di 18:45'an de li salona civînê ya Koma HDP'ê were lidarxistin.