Heyetek bi berpirsên ewlehiyê yên KE û CPT’yê re civiyan
Çalakiya li bajarê Strasboûrg ê Fransa ku bi daxwaza divê rayedarên CPT’yê têkildarî ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kud Abdullah Ocalan hevdîtinê pêk bîne hat lidarxistin, dewam dike.
Çalakiya li bajarê Strasboûrg ê Fransa ku bi daxwaza divê rayedarên CPT’yê têkildarî ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kud Abdullah Ocalan hevdîtinê pêk bîne hat lidarxistin, dewam dike.
Di çarçoveya çalakiyê de heyetek ji jinan pêk dihat, bi Berpirsên Ewlekariya Giştî ya Konseya Ewropa û Berpirsên Ewlekariya Giştî ya CPT’ê re hevdîtinek pêk anîn.
Di hevdîtinê de hate diyarkirin ku ev 18 roj in pitik û îxtiyarên 95 salî jî di nav de bi hezaran mirov tên tevlî çalakiyê dibin û daxwazên wan ên hevpar jî divê bi lezgîn hevdîtin bi Ocalan re pêk were ye.
Hat ragihandin ku heta agahiyek ji Ocalan bê girtin wê çalakî bê domandin û deh hezar Kurdistanî wê tevlî çalakiyê bibin.
Hat diyarkirin ku daxwazên hatin kirin ji bo berpirsên ewlekariya giştî ya KE’yê û CPT’yê hatine ragihandin, têkildarî hevdîtinê wê li benda bersiva sibe bimînin.
ÇALAKIYA KON DEWAM DIKE
Li aliyê din çalakiya kon a Kurdistaniyan dabû destpê kirin jî dewam dike.
Kurdistaniyên ku bi ‘Çerxa Şoreşê’ ve dest bi rojê dikin, pişt re jî tekmîl digirin.
Îro jinên Kurd û ciwanên ji Bonn, Dortmûnd , Berlîn û Swêdê hatin tevlî çalakiyê bûn.
Kurdistaniyên ji pêşiya KE’yê û CPT’yê vegeriyan, guh dana nirxandinên siyasî yên Hevserokê KONGRA Gel Remzî Kartal.
Kartal wiha got: “Li Rojhilata Navîn û cîhanê tişta dikeve ser milê me bê ku li bendê be hinek alîkarî û hêvî bide me, bi hêza xwe, xwe bi hêztir bikin.
Tevgera me îro ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn pêşengtiyê dike. Ji ber vê ewlehî û tenduristiya Rêber Apo di serî de ji bo Kurdan û ji bo hemû gelên li herêmê ji ber vê çendê xwedî girîngî û wate ye.”
Kurdisanî li pêşiya avahiya KE’yê dirûşma “CPT biçe Îmralî” û” Ji Ocalan re azadî” qîr dikin.