Heyeta Wargeha Mexmûrê bi Mele Bextiyar re rûnişt

Heyeta Wargeha Mexmûrê bi Mele Bextiyar re rûnişt

Heyeta ku ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem çû Silêmaniyê bi rayedarên YNK’ê re hevdîtin pêk anîn. Û bi Endamê Komîteya Navendî ya YNK’ê Mele Bextiyar re hatin cem hev.

Heyeta Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem ku di nav de Şaredar Ehmed Ozer, Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk Yusuf Kara, Alîkarê Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk Hecî Kaçan, Berpirsiyarê Pêwendiyên Derve yê Wargehê Polat Bozan, Endama Meclîsa Îştar Asya Burak jî hebûn, di 5’ê sibatê de li Silêmaniyê bi Endamê Komîteya Navendî ya YNK’ê Mele Bextiyar re rûniştin û hate destnîşankirin ku pirsgirêkên di çûyîna ji wargehê ji bo Silêmaniyê, û di heman demê de pirsgirêkên aborî, bazirganî û tenduristiyê hatine destgirtin.

Hat destnîşankirin ku di hevdîtinê de pirsgirêkên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem û der barê Konferansa Neteweyî de jî nirxandin hatine kirin. Piştî hevdîtinê Alîkarê Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk Hecî Kaçan da xuyakirin ku armanca hevdîtinê pêwendiyên di navbera xwe de pêşxistin, ligel wan pirsgirêkên neteweyî û yên wargehê jî nirxandin bû. Kaçan axaftina xwe wiha berdewam kir: “Me der barê lidarxistina Konferansa Yekîtiya Neteweyî de nêrînên xwe anîn ziman. Me xwest di sala 2013’an de YNK, destek bide têkoşîna li parçeyên din ên Kurdistanê. Her wiha me xwest di çûyîna ji bo Silemanê de pirsgirêkên tên jiyan werin çareserkirin.” Kaçan da zanîn ku hevdîtin bi erênî derbas bûye, hin soz wergirtine û ji niha û şûnde jî wê hevdîtin berdewam bikin.

Li ser navê YNK’ê Berpirsiyarê Pêwendiyên Derve yê YNK’ê Mahmud Hecî Salih jî da zanîn ku hevdîtin bi erênî derbas bûye û ev agahî dan: “Birêz Mele Bextiyar bi heyeta ku ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem hat re ligel pêwîstiyên bingehîn ên wargehê, pirsgirêkên din jî nirxandiye. Birêz Mele Bextiyar dest nîşan kir ku wê di çareserkirina wan pirsgirêkan de bibin alîkar.”

MECLÎSA ÎŞTAR, YEKÎTIYA JINÊN KURDıSTAN DAWETÎ 8’Ê ADARÊ KİR

Piştî hevdîtinê li ser navê Meclîsa Îştar Asya Burak, Peyman Elî Hecî û Endama Saziya Pêwendiyên Derve ya Wargehê Sînem Reşîd ku di heyetê de cih digirtin, Yekîtiya Jinên Kurdistan ziyaret kirin. Di ziyaretê de Berpirsiyara Yekîtiya Jinên Kurdistan Kafiya Xan, berpirsiyarên xebatên çapemeniyê Şîno Marufî û Nêrgiz Xan amade bûn. Di hevdîtina ku bi armanca nasandina Meclîsa Îştar pêk hat de peyamên girîng ên têkildarî Yekîtiya Jinên Kurd hat dayîn. Di hevdîtinê de di mijara 3’yemîn Konferansa Jinên Kurd a Neteweyî û Konferansa Neteweyî de nirxandin hatin kirin, daxwazên xebatên hevpar û bi awayekî hevpar lidarxistina çalakiyan hat ziman. Dîsa di hevdîtinê de hat ziman ku pirsgirêkên jinan ên li Başûrê Kurdistan ji pirsgirêkên jinên li parçeyên din ên Kurdistanê ne cuda ne. Û hate gotin ku ev pirsgirêk bi xebateke hevpar dikarin werin çareserkirin.

Her wiha Meclîsa Îştar, Yekîtiya Jinên Kurdistan dawetî pîrozkirina 8’ê Adarê kir. Yekîtiya Jinên Kurdistan jî weşana xwe ya mehane kovara Tawar û rojnameya Jiyanawa pêşkêşî heyeta ku ji wargehê hat kir.