Heyeta PE’ê sibê diçe Îranê
Heyeta PE’ê sibê diçe Îranê
Heyeta PE’ê sibê diçe Îranê
Parlementoya Ewropa piştî 5 salan şûnde cara yekem heyetek xwe dişîne Îranê. Serdana ku heyet wê sibê pêk bîne wê hefteyek berdewam bike. Endamekî ku di nava heyetê de cihê xwe digire diyar kir wê di hevdîtina wan de di serî de darvekirinên li Kurdistanê wê hemû darvekirinên li Îranê bigirin dest.
Parlementoya Ewropa (PE) piştî 5 salan cara yekem wê heyetekî xwe bişîne Îranê. Serokê heyetê yê fermî ku ji têkiliyên PE û Îranê berpirs Parlementerê Finlayî Tarya Cronberg wê ji Koma Çepgir jî Cornelia Ernst jî di nav heyetê de cih bigire. Heyeta ku bi giştî ji 10 kesan pêk tê 5 parlementerên endamên PE di navde cih digire.
Di daxuyaniya ku berdevkê Wezareta Karên derve yê Îranê ji ÎRNA’yê re kirî ragehand ku heyeta PE’ê a ku ji serokên komisyonên cuda û endaman pêk tê ji bo pêşxistina peywendiyên du alî wê bên Tahranê. Mihmanperest girêdayî dîroka hatina heyetê ti daxuyaniyek ne da.
DARVEKIRIN WÊ BÊN ROJEVÊ
Rayedarên ku di nava heyeta PE’ê de cih digirin diyar kirin ku ew ti wateyekê nadin vê daxuyaniya Îranê. Rayedarên ku bal kişandine ser pêkanîna bernameya serlêdanê diyar kir ku wê di hevdîtinê de heyeta PE li gel rayedarên rejîma Îranê, endamên meclisê, nûnerên STO, xwediyên Xelata Azadiya Ramanê yên Sakharov’ê û yên weke nûnerên rêxistinên mafê mirovan di navde wê hevdîtinekî berfireh pêk bînin.
Di daxuyaniyeka ku endamekî delegasyonê yê di nav heyetê de cih digire ji ANF’ê re ragehand ku di serî de Kurdistan û darvekinên ku demên dawî zêde bûyîn li Îranê wê bêxin rojevê.