Heyeta NY ya li Sûriyê 4 roj dem xwest
Heyeta NY ya li Sûriyê 4 roj dem xwest
Heyeta NY ya li Sûriyê 4 roj dem xwest
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî-moon diyar kirin ku pisporên NY yên li Sûriyê ji bo lêkolînên xwe yên li ser îdîayên êrîşa kîmyewî temam bike, pêwistiya wan bi çar roj demê heye.
Ban Kî-moon li bajarê Den Haag (Lahey) ê Holandayê civîneke çapemeniyê lidar xist û got, "Bihêlin ku xebatên xwe di nava çar rojan de temam bikin." Sekreterê Giştî yê NY di dewama axaftina xwe de got, "Piştre, divê pispor analîzên zanistî bikin. Dûre divê em raporekê bidin Konseya Ewlekariyê ku karibe biryarên çalakiyê yên pêwîst bigire."
Li ser îdîaya bikaranîna çeka kîmyewî ya di êrîşa 21'ê Tebaxê ya li herêma Şamê de, amadekariyên destwerdana leşkerî tên kirin. Bloka ku serkêşiya wê DYE, Fransa û Îngilîstan dike, bêyî li benda rapora NY bisekinin yekser rejîma Sûriye sûçdar kirin. Li gorî Rûsya, Îran û Sûriyê jî, çeka kîmyewî ji aliyê komên çekdar ve hatiye bikaranîn. Tê îdîakirin ku di bombebaran mijara gotinê ya li Şamê de ji 350 heta 1.300 mirovan jiyana xwe ji dest dane. Lê belê der barê hejmarê de agahiyeke zelal nîne.