Heyeta NY li Şamê rastî êrîşê hat
Heyeta NY li Şamê rastî êrîşê hat
Heyeta NY li Şamê rastî êrîşê hat
Heyeta Neteweyên Yekbûyî ku ji bo lêkolînkirina îdîayên bikaranîna çekên kîmyewî ketibû ser rêya herêm Xûta ya paytext Şamê, rastî êrîşa sekvanan hat. Li ser vê yekê heyet neçar ma vegere.
Li dû li hevkirina bi hikûmeta Sûriyê re, heyetek ji Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo îdîayên bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bike, ket ser rêy herêm Xûta ya Şamê. Karwana ji 6 pisporan, li ser rêya Xûta rastî gulereşandina sekvanan hat.
Di bûyerê de mirî û birîndar çê nebûn. Heyeta NY Di boyerê de mirî û birîndar çênebûn. Heyeta NY’ê neçar ma vegere nuqteya kontrolê ya hikûmetê.
Berdevkiya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî êrîş piştrast kir û diyar kir ku li heyetê gule hatiye reşandin. Berdevkiyê ragihand ku heyet wê di saetên pêş de hewl bide careke din biçe herêmê.
Danê sibê jî li dijî otêla heyeta NY lê dima, bi topan êrîş hatibû kirin. Televîzyona dewletê ya Sûryeyê îdia kir ku topên hewanê ji aliyê komên “terorist” ve hatine avêtin.