Heyeta Nato ku ji bo li ser mijara rampayên fuzeyên Patriotan yên li Tikriyeyê hatine bicihkirin, xebatan bimeşîne li Amedê lêkolînên xwe didomîne.
Heyeta NATO ku ji Meletiyê hatin Amedê, piştî lêkolîna xwe ya Fermandairiya Hêza Hewayê ya Taktîka 2’emîna Amedê di bin ewlehiya berfireh de derbasî Tesîsên Civakî yên li Lojmanên Levent cih digirin bûn.
Heyet ali vir ma piştre derbasî Qişlaya General Galîp Denîz a Fermandariya 7’emîn Kolorduyê bûn. Serdan du saetan berdewam kir.
Der barê ku Heyeta NATO kengî ji Amedê vediqete de jî daxuyaniyek nehat dayîn.