Heyeta Lêpirsînê wê roja Çarşemê biçe Dûmayê

Heyeta lêpirsînê ya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (RQÇK) wê roja Çarşemê biçe Dûmayê.

Midûrê RQÇK Ahmet Uzumcu di dema civîneke lezgîn de ku nûnerên dewletên endamê konseya rêveber lê amade bûn daxuyaniyek da. Uzumcu got, tîma lêpirsînê hê neçûye bajarê Dûma yê Sûriyeyê.

Hêzên rojavayî rejîma Sûriyeyê gunehkar dibînin ku 7'ê Nîsanê li Dûmayê çeka kîmyewî bi kar aniye. Moskowa, Tehran û Şam jî dibêjin ev yek komplo û provokasyon e.

Sefîrê Bilind ê Îngilîz ê li Laheyê Peter Wilson beriya vê daxuyaniyê gotibû, ji bo çûyina bajêr hê dem diyar nebûye. Wilson bang li Rûsya û rejîma Sûriyeyê kiribû û gotibû, "Divê Rûsya û Sûriye ji bo ketina nava bajarê Dûmayê destûrê bidin."

Sefîrê Bilind ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka yê li RQÇK'ê Ken Ward jî diyar kir ku pêkane Rûsyayê bi delîlên li ser rûyê erdê lîstibe.

Berdevkê Kremlînê Dmitri Peskov li ser sûcdariyên ku dibêjin 'Rûsyayê nahêle mufetîşên RQÇK biçin herêmê' got, sûcdariya 'bê bingeh e' û Rûsya ji destpêkê ve dixwaze lêpirsîneke bê alî bê kirin.

Peskov bal kişand ser pirsgirêkên ewlekariyê û diyar kir ku rêyên herêmê hê ji mayinan nehatine paqijkirin. Peskov got, çav li rê ye heyeta RQÇK'ê roja Çarşemê serdana herêmê bike.

Wekî din, Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê roja Duşemê daxuyaniyek dan û xwestin, pêvajoya çareseriya siyasî ya krîza Sûriyeyê dest pê bike. Wezîran piştî êrîşa 7'ê Nîsanê ya li Dûmayê ji bo pêkanînên nû gef li rêveberiya Şamê xwarin.