Heyeta Kurd beşdarî civîna Dîe Lînke ya eyaleta Sachsenê bû

Di civîna Partiya Çep a Elman Dîe Lînke ya eyata Sachsenê de, li ser navê Meclîsa Gel a Dresdenê heyetek ji pênc kesan amade bû.

Di civîna ku Hevberdevkê Meclîsê Kerem Gok, xebatkarên Têkiliyên Derve Harûn Çalişkan, Cem Nacî Solmaz û Dilara Karabacak lê amade bûn de heyetê bal kişand ser kiryarên hikûmeta AKP'ê yên li Tirkiyeyê.

Dilara Karabacak li civînê peyivî û destnîşan kir ku divê li dijî zîhniyeta faşîst a di şexsê Erdogan de şênber bûye, xwedî li nirxên demokrasiyê û gelên bindest bê derketin. Karabacak xwest, hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê ji aliyê heyetên Elman ve bê şopandin.

Karabacak her wiha xwest qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê bê rakirin.

Hevseroka Dîe Lînke Katja Kîppîng û Serokê Eyaleta Sachsen Rîco Gebhardt di axaftina li civînê de bal kişandin ser komkujiyên li Kurdistanê rû didin.

Pêşniyara parlamenter Marco Schûltze ya ji bo xwestina rakirina qedexeya li ser PKK'ê û di hilbijartinan de destekkirina HDP'ê, bi piraniya dengan hat qebûlkirin.

...