Heyeta ku komîteya amadekar ava kir, li Hewlêrê ye

Heyeta ku komîteya amadekar ava kir, li Hewlêrê ye

Komîteya ji aliyê Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî a Kurd ve ji bo rewşa Rojavayê Kurdistanê di cih de lêkolîn bike û daxwazên gel guhdarî bike hate avakirin, hêj neçûye Rojavayê Kurdistanê.

Hate hînbûn ku nûçeyên di çapemeniya Başûrê Kurdistanê de hatine dayîn yên weke heyet ji aliyê PYD’ê ve hatiye astengkirin, rastiyê nîşan nade.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, heyeta dê biçe Rojava hêj li Hewlêrê û bi hinceta ewlehiyê dîroka çûyîna Rojavayê Kurdistanê nehatiye aşkera kirin.

Di navbera 12-13’ê Tebaxê de di civîna Komîteya amadekar a Kongreya Neteweyî a Kurd de ya li Hewlêrê pêk hat de komîteyeke ji bo biçe Rojavayê Kurdistanê hat avakirin.

Endama Komîteya Amadekar Nîlufer Koç ji ANF’ê re axivîbû û gotibû komîteya hatiye avakirin,  dê biçe Rojava û rewşa gel di cih de lêkolîn bike û Gel çi dixwaze dê li ser bisekine.

Koç destnîşan kiribû ku rapora ku ji aliyê komîteyê bê amadekirin dê pêşkêşî serokên herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî bike. Koç diyar kiribû ku rapora ku dê bê amadekirin ji bo daxwazên gelê Rojava bîne rojevê gelek girînge.