Heyeta Îmraliyê çû Qendîlê

Heyeta Îmraliyê çû Qendîlê

Heyeta Îmraliyê ya bi Rêberê Gelê Kurd û rayedarên hikûmetê re hevdîtin kir çû Qendîlê. Heyeta ku wê bi rayedarê KCK’ê re hevdîtinê pêk bîne piştî vegerê wê bernameya xwe zelal bike.

Heyeta Îmraliyê ku di 29’ê Mijdarê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, derbasî Qendîlê bû. Heyeta ku ji Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, Cîgirên Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken û Pervîn Bûldan pêk dihat tê payîn ku îro bi rayedarên KCK’ê re hevdîtinê pêk bîne. Hate hînbûn ku endamê heyetê parlamenterê HDP’ê Sirri Surreya Onder derfet nedîtiye ku tevlî hevdîtinê bibe.

Cîgira Serokê Koma HDP'ê HDP’ê Pervîn Bûldan der barê hevdîtina ku wê bi rayedarên KCK’ê re pêk bîne de axivî û  diyar kir ku di hevdîtina ku di 29’ê Mijdarê de bi Ocalan re pêk anîne de ‘pêşnûmeya muzakere û çareseriya demokratîk’ ya Ocalan amadekiriye bi hikûmet û endamên desteya çareseriyê re nîqaş kirine û got: “Ji bo encamên di vê civînê de hatine bidestxistin bê nîqaşkirin em vê civînê pêk tînin. Di hevdîtinên me kirine emê bi KCK’ê re nêzîkatiya hikûmetê bigirin dest.”
Tê payîn ku heyeta çûye Qendîlê wê demek nêz de vegere û piştî vegerê wê bi raydarên hiKûmetê re dîsa bê cem hev an jî der barê der barê pêşnûmeya derketiye holê dê dîsa biçin Îmraliyê.