Heyeta HDP'ê ket ser rêya Zergelê

Heyeta HDP'ê, ji bo lêkolînan bike berê xweda gundê Zergelê yê Qendîlê, ku artêşa Tirk bi balafirên şer lê komkujî kir.

Heyeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo lêkolînan bike berê xweda gundê Zergelê yê Qendîlê, ku artêşa Tirk bi balafirên şer lê komkujî kir.

Di nava heyetê de Parlamenterê Rihayê Osman Baydemîr, Parlamenterê Sêrtê Kadrî Yildirim, Parlamentera Stenbolê Huda Kaya, Alîkarê Serokê Giştî yê ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Nazmî Gur û endama Desteya Rêveberiya Navendî Hatîce Altinişik cih digirin.

Heyet wê li gundê Zergelê cihê komkujî lê bûye lêkolînê bike, dûre eger pêwîstiyê pê bibîne wê bi rayedarên Rêveberiya Federal a Kurdistanê re jî hevdîtinê bike.