Heyeta Îmraliyê li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî û ji Girava Îmraliyê vegeriya. Hate hînbûn ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Newrozê ji aliyê heyetê ve hatiye wergirtin.
Heyeta Îmraliyê ku ji Serokwekîlên Koma HDP’ê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken, Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle, Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder û Endema KJA’yê Ceylan Bagriyanik serê sibê ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne çûbû Girava Îmraliyê. Heyeta Îmraliyê nêzî 4 seatan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn û ji Girava Îmraliyê vegeriyan.
Di hevdîtinê de heyetê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a wê di Newroza Amedê de ji raya giştî ya cîhanê re bê xwendin jî wergirt.