Heyeta HDP’ê diçe Giyadîn a sîvîl lê hatin qetilkirin

Heyeta HDP’ê diçe navçeya Giyadîn a tîmên taybet 2 ciwanên sîvîl qetil kirin.

Heyeta HDP’ê diçe navçeya Giyadîn a Agirî ya tîmên taybet 2 ciwanên sîvîl qetil kirin.

Di heyeta ji serokatiya Parlamentera Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Selma Irmak pêk tê, Parlamenterê Çewlikê Hişyar Ozsoy, Parlamentera Erziromê Seher Akçinar û Parlamenterê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman jî cih digirin.

Heyet bi parlamenterên Agirî Leyla Zana, Dirayet Taşdemîr, Bedran Ozturk û Mehmet Emîn Îlhan re wê biçin taziyeya malbatên ciwanan, sersaxiyê ji malbatan re bixwazin, bi saziyên civaka sîvîl û rayedaran re hevdîtinê pêk bînin û lêkolînan bikin.