Heyeta HDP'ê bi Sekreterê Giştî yê KE'yê re hevdîtin kir
Heyeta HDP'ê bi Sekreterê Giştî yê KE Jagland re hevdîtin kir û li ser rewşa antî-demokratîk a li Tirkiyeyê axivîn.
Heyeta HDP'ê bi Sekreterê Giştî yê KE Jagland re hevdîtin kir û li ser rewşa antî-demokratîk a li Tirkiyeyê axivîn.
Heyeta HDP'ê bi Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê (KE) Thorbjorn Jagland re li Strasboûrgê hevdîtin kir. Di hevdîtinê de pêkanînên AKP'ê yên li Bakurê Kurdistanê û rêveçûna Tirkiyeyê hatin nirxandin. Endamê Koma Çep a Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê û Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu, ji HDP'ê endamê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Hişyar Ozsoy û nûnerê HDP'ê yê li Konseya Ewropayê Faîk Yagizag beşdarî hevdîtinê bûn.
Heyeta HDP'ê di hevdîtina bi Jagland re bal kişand ser operasyonên qirkirina siyasî, zext û zordariya li çapemenî û kedkarên cemaweriyê. Heyetê diyar kir, AKP peyman û pîvanên bingehîn ên Konseya Ewropayê ji nedîtî ve tê û bang li Konseya Ewropayê kir, ku bi erk û berpirsyariya xwe rabe.
Sekreterê Giştî Thorbjorn Jagland jî da xuyakirin, ku ew ji bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin ne razî ne û got, saziyên erkdar ên Konseyê, rewşa li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopînin.