Heyeta HDP'ê bi Sekretera Giştî ya KE'yê Bûrçîn re hevdîtin kir

Heyeta HDP'ê bi Sekretera Giştî ya Konseya Ewropayê (KE) Marîja Pejcînovîc re hevdîtin kir.

Heyeta HDP'ê ji Hişyar Ozsoy, Feleknas Ûca û Faîk Yagizay pêk hat.

Di hevdîtinê de mijarên; rewşa şaredariyên Kurdistane ku qeyûm li wan hatin tayînkirin, hevserokên HDP'ê yên girtî, parlamenter û rêveberên wan ên girtî hatin nirxandin. Her wiha çareseriya pirsgirêka Kurd ^urola Ocalan a di çareseriyê de kete rojevê.

Heyeta HDP'ê zextên li dijî xwe, pirsgirêên girtiyên siyasî ku li Tirkiyeyê hejmara wan bi deh hezaran e, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, nêzîkatiya Enqereyê û di têkiliyên bi Tirkiyeyê re berpirsyariyên Konseya Ewropayê bi bîr xist.