Heyeta HDP bi Komîsyona YE re rûnişt
Heyeta HDP bi Komîsyona YE re rûnişt
Heyeta HDP bi Komîsyona YE re rûnişt
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Parlamenterê Mersînê Ertûgrûl Kurkçu, bi endamê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) yê ji Berfirehbûnê Berpirsyar Johannes Hannes re hevdîtin kirin.
Di hevdîtina li Enqereyê de, têkiliyên Tirkiyeyê bi Yekîtiya Ewropa re, meyla hikûmeta AKP'ê ya li qanûnên antî demokratîk, hatin nirxandin. HDP'ê her wiha nêrîna xwe ya li ser pêvajoya çareseriyê, krîza Kobanê û hilbijartinên giştî yên demeke kurt jê re maye, bi heyetê re parve kir.