Heyeta Efrînê bi rayedarên Brîtaniya re civiya

Heyeta Efrînê bi rayedarên Brîtaniya re civiya

Heyeta Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê li Tirkiyeyê hevdîtinên xwe didomîne. Şande li paytexta Tirkiyeyê Enqereyê bi Şêwermendê Siyasî yê Balyozxaneya Birîtanî Hinrî Hêrîk re civiya.

Heyeta Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê ku beriya çend rojan derbasî Tirkiyeyê bûbû, hevdîtinên xwe berdewam dike. Heyeta ku ji Seroka Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hêvî Îbrahîm, Cîgirê Serokê Desteya Karên Derve Silêman Cafer, Cîgira Serokê Desteya Karên Derve Cîhan Mihemed û Serokê Desteya Aborî û Bazirganiyê Dr. Ehmed Yûsif pêk dihat, duh li paytexta Tirkiyeyê Enqere bi Şêwermendê Siyasî yê Balyozxaneya Birîtanî Henry Herick re civiya.

Piştî ku heyet ji aliyê Herrick ve hate pêşwazîkirin. Herdu aliyan gelek mijrarên têkildarê Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin. Her wiha di hevdîtinê de heyetê  ji Herick xwest ku ji bo vekirina deriyekî sînor bi herêma Efrînê re piştgiriyê bike, da ku dorpêçkirina Efrînê bête şikandin.”

Şandeyê her wiha di civîna xwe de derbarê reşkirina ku li dijî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tê meşandin de axivî û da zanîn ku rê ji her kesî re vekiriye da ku serdana herêma Efrînê bikin û rastiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi çavên xwe bibîne.

Li aliyê din Herick helwesta xwe ji bo piştgiriya bi Efrînê re bi dilgermî nîşan da û da zanîn ku ji bo hikûmeta Tirkiyeyê helwesta xwe li hemberî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk sererast bike ew amade ye alîkariya ji wî tê xwestin bike. Her wiha got ku divê Tirkiyeyê deriyê sînor bi Efrînê re di demeke lezgîn de veke.

Hevdîtin hevdîtinên xwe li Tirkiyeyê didomîne.