Heyeta BDP’ê li Strasbourgê bi gel re civiya
Heyeta BDP’ê li Strasbourgê bi gel re civiya
Heyeta BDP’ê li Strasbourgê bi gel re civiya
Şandeya BDP’ê ku dawî li hevdîtinên xwe yên li Parlementoya Ewropayê, li bajarê Strasbourgê biKurdistaniyan re civiyan. Hevserokê Giştî yê BDP’ê Sehattîn Demîrtaş derbarê xebatan de aghdarkirinek kurt kir.
Derdora 200 Kurdistaniyên ji herêmên Alsas û Lorraine hatin Komeleya Çandê ya Mezopotamyayê bi şandeya BDP’ê re civiyan. Di civînê de malbata siyasetmedara Kurd Fîdan Dogan a ku li Parîsê hate qetilkirin jî cih girt.
Demîrtaş li vir axaftinek kir û diyar kirku ji ber ku ew hatine bajarê ku Fîdan Dogan lê dijiya, ew xemgîn bûne û derbarê hevdîtinên ku pêk anîn de agahî da.
Demîrtaş nêrînên parlementerên PE’yê yên derbarê pirsgirêka Kurd û pêvajoya Îmraliyê de ragihand û diyar kir ku êdî têkoşîna gelê Kurd ji aliyê Ewropayiyan ve jî tê dîtin.
Demîrtaş bal kişand ser manîpulasyona çapemeniya Tirk a derbarê pêvajoya Îmraliyê de û diyar kir ku divê guhdarî daxuyaniyên muxatabên pirsgirêkê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevgera azadiya Kurdistanê bêkirin.
Di civînê de tevî Demîrtaş, Parlementerê BDP’ê yê Wanê Nazmî Gur, nunerê BDP’ê yên Ewropayê Fayik Yagizay û Farûk Dorû jî amade bûn.