Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê: Divê rêbera tedawiyê pêk were!

Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê têkildarî girtiyên rakirine nexweşxaneyê agahî da. Heyetê bal kişand li ser mûayeneya bi kelepçê ya girtiyan û banga ‘li gorî hiqûqê tevbigerin’ kir.

Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê têkildarî rewşa dawîn a çalakgerên greva birçîbûnê daxuyanî da. Li ser navê heyetê Bijîşk Şerîf Demîr daxuyanî da û diyar kir ku li gel hişyariyên wan jî li nexweşxane û girtîgehan di asta baş amadekarî nehatine kirin û wiha got: "Ji ber vê yekê agahiyên ku girtiyên dev ji çalakiyê berdan bi awayekî têrker nayên tedawîkirin ji me re tên. Bi awayekî destkelepçekirî tedawî li girtiyan tê ferzkirin. Rêbera tedawiyê ku hatiye amadekirin li hin girtî û nexweşxaneya beşek tê pêk anîn û li hinek girtîgeh û nexweşxaneyan jî qet pêk nayê.”

Şerîf Demîr pêkanînên li girtîgeh û nexweşxaneyan bi bîr xist û bang li Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê kir ku rayedarên xwe ji bo ku li gorî rêbera tedawiyê ya hatiye amadekirin tevbigerin hişyar bikin û li gorî hiqûqê tevbigerin.

Demîr piştî daxuyaniya xwe derbarê çalakgerên greva birçîbûnê yên li girtîgehên Amed, Xarpêt, Meletî, Elbistan,  Baybûrt, Gumuşhane, Siwêreg û Erzinganê tên girtin agahî dan. Agahiyên ku Demîr parve kirin wiha ne;

“Li derveyî girtîgehan (Amed, Êlih, Mêrdîn û Riha) 18 çalakger li nexweşxaneyên taybet tên tedawîkirin. Ji 230 çakageran 21 çalakgerî anîne Girtîgeha Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl. Li girtîgehan jî bijîjkekî Kardiyolojî, bijîjkekî Norolojiyê, bijîjkekî derûnînasiyê û diyetîstyen hatine peywirdarkirin. Piştî vekolînên 209 girtiyan hatiye kirin 15 girtiyên din jî sewqî nexweşxaneye hatine kirin. Li gorî encamên dertên hê jî girtî tên sewqkirin. Ji 36 girtiyên ku sewqî nexweşxaneyê hatine kirin 9 jê rewşa wan baş bûye.

Li gel daxwaznameyên hatine dayîn jî li Xarpêtê girtiyên jin hê jî sewqî nexweşxaneyan nehatine kirin. Girtiyên bi navê Serkan Eren, Ahmet Tekîn û Yasîn Gungor ku ji 26'ê kanûna 2018'an ve di greve de bûn sewqî nexweşxaneyê hatin kirin. Lê li gel ku ev girtî xwîn vereşiyane jî careke din şandine girtîgehê. Tedawiya girtiyên din li girtîgehê tê kirin. Li Girtîgeha Xarpêtê 3 bijîjkên dahiliyê û 2 diyetîsyen hatine peywirdarkirin. Cengaver li gel 163 rojan di grevê de maye nimûneya xwînê jê nehatiye girtin û sewqî nexweşxaneyê nehatiye kirin.

Li Elbistanê 24 çalakgerên greva birçîbûnê hene. Li Meletî ji 15 çalakgerên greva birçîbûnê hene. 3 çalakgeran di 5'ê Çileyê de dest bi grevê kiriye. Hemû çalakgeran birine nexweşxaneyê û paşê careke din şandine girtîgehê.

Li Baybûrtê 18 girtiyên jin û li Gumuşhaneyê jî 5 girtiyên zilam ketibûn greva birçîbûnê. Sewqî nexweşxaneyan hatine kirin. Tehlîla xwînê ya girtiyên jin hatiye kirin.

Di 26'ê Gulanê de bi koma yekemîn a greva birçîbûnê re hevdîtin hat kirin. Dema serdanê hat hînbûn ku bijîjk ji bo mûayeneyê hatiye girtîgehê. Piştî hevdîtin 3 girtiyên jin û 12 girtiyên zilam sewqî nexweşxaneyê hatine kirin. Girtiyê bi navê Sûnay Yaman dema xwîn girtinê ji sedyeyê ketiye, pozê wî şikiyaye û nava biriyên wî çiriyaye. Girtiyên zilam bi awayekî kelepçekirî hatine tedawîkirin.

Di 26 û 27'ê Gulanê de bi girtî û rêveberiya girtîgehê re hevdîtin hatiye kirin û piştî hevdîtinê 15 çalakger sewqî nexweşxaneyê hatine kirin û paşê careke din şandine girtîgehê.

Herî dawî Demîr qala çalakgerên ku li derveyî zindanan çalakiya xwe didomandin jî kir û diyar kir ku 18 çalakger li nexweşxaneyên taybet ên Amedê tên tedawîkirin û tê plankirin ku çalakgerên ku di bin 100 rojî de di çalakiyê de mane îro ji nexweşxaneyan bên derxistin û tedawiya çalakgerên di seriya 100 rojî de jî bê domandin.”