Hewsel çavkaniya debarê ye

Hilberînerên Baxçeyên Hewselê ku ji bo Amedê wek depoya sebzeyê ye dixebitin diyar kirin ku ew li gel hemû zor û zehmetiyan dev ji hilberînê bernadin.

Hilberînêrê sebzeyan Mehmet Erîm (62) yê ji navçeya Sûr a Amedê dijî û zêdetirî 47 sale li nava Baxçeyên Hewselê hilberîneriyê dike. Erîm dibêje hêzên dewleta Tirk di 2’ê Kanûna 2015’an de dema ‘Qedexeya derketina derve’ mala wan a li taxa Fetîhpaşa (Yenîkapi) bi makineyên kar xera kirine û ev 3 sal in di şert û mercên giran de dijîn. Erîm da zanîn ku ji 20 saliya xwe ve li nava Baxçeyên Hewlselê hilberînê dike û anî ziman ku ew di zeviyan de nane, pincar, bexdenûs, pîvaz, xiyar û îsotan diçîne.

‘DI NAVA BAXÇE DE BÊHNA MIN DERDIKEVE’

Erîm anî ziman ku wan di bin zehmetiyê de debra yekemîn wergirtine û ew hilberînên dikin jî li bazaran difiroşin. Erîm bilêv kir ku dema berê wî dikeve Baxçeyên Hewselê ew gelek şad dibe û wiha axivî: “Dema ez di nava  baxçeyên xwe de dixebitim û hilberînê dikim bêhna min tê. Berî sê salan mala min li taxa Fetîhpaşayê bû û hêzên dewletê bi hinceta ewlehiyê mala me xera kir. Ez niha gelek zehmetiyan dikêşim. Berê mala min nêzî baxçeyan bû û ez di 30 kêliyan de dihatim nava baxçeyên xwe. Lê belê niha du dulmîşan diguherim û heta ez dikarim werim di nava baxçeyên xwe. ”

ROJA MIN DI NAVA BAXÇE DE DESTPÊ DIKE

Erîm diyar kir ku piraniya demê jiyana wî li baxçeyan derbas dibe û wiha pê de çû: “Ez ji ji saet 06.30'an heya 17.00'an bi zarok û hevjîna xwe re di zeviyan de dixebitin. Zebze û fêkiyên herî baş li Baxçeyên Hewselê têdigihin. Lê belê îsal ji ber krîza aboriyê ti kirin û firotin nayê kirin. Em kedek mezin didin, lê ji ber krîz heye em zebzeyan bi erzanî difiroşin û em heq desta xwe nagirin.”

DEPOYA ZEBZEYAN; BAXÇEYÊN HEWSELÊ

Jina bi navê Emîne Erîm jî anî ziman ku ji serê sibehê heta êvarî ew di nava zeviyan de pîvazan spî dikin û dibin Bazara Yenîhalê. Erîm diyar kir ku Baxçeyên Hewselê depoya zebzeyane û wiha got: “Axa Hewselê dayika zebzeyane, zebzeyên li Hewselê çêdibin bi tamin. Em gelek zehmetiyan dibînin, lê em necarin. Ev jî çavkaniya debariya me ye.”