NÛ BÛ-Hevserokên saziyên Kurdan ji bo Ocalan dest bi çalakiyê kirin

'Nobeda Azadiyê', ku ev 5 sal in ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê dewam dike, vê hefteyê ji aliyê Hevserokên KCDK-E û Federasyonên wê ve tê girtin.

Hevserokê KCDK-E Koç got, "Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin, ku bi ruhê seferberiyê tevlî çalakiyên ji bo azadiya Rêbertî bibin."

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, saziyên Kurd ên li Ewropayê dest bi kampanyayê kirin. Hevserokên KCDK-E û federasyonên wê yên li welatên Ewropayê, nobeda 'Azadî ji Ocalan re' dewr girtin, ku çalakî ev 5 sal in bi rengekî bê navber li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dewam dike. Hevserokên ku bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest bi çalakiyê kirin, wê heta 25'ê Hezîranê nobedê bigirin. Roja 26'ê Hezîranê jî wê mîtîngeke mezin bê lidarxistin. Wekî din, di nava vê hefteyê de wê li gelek bajarên Ewropayê bi heman armancê kon werin vedan û tecrîda li ser Ocalan were şermezarkirin.

ÇALAKIYA NOBEDÊ Û MÎTÎNGA MEZIN

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç di dema daxuyaniyê de axivî û diyar kir, ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan wan biryara çalakiyê dane. Koç got, "Ev nobeda me wê ji 19'ê Hezîranê heta 26'ê hezîranê be. Her wiha roja 26'ê Hezîrana 2017'an wê mîtîngeke mezin a bi beşdariyeke girseyî bê lidarxistin. Dostên me yên avdar ên ji bo azadiya Rêberê me li gelek welatan dixebitin, wê tevlî vê mîtînga me bibin."

'EM BI XURTÎ TEVLÎ LI ÇALAKIYAN BIBIN'

Koç di dewama axaftina xwe de got, "Li ser Rêberê Gelê Kurd tecrîdeke giran heye. Weke saziyên Kurd ên li Ewropayê, ji bo şikandina vê tecrîdê me dest bi çalakiyan kir û em van çalakiyên xwe li her derê belav bikin. Divê endameke-î me yê bi tenê jî li derveyî çalakiyan nemîne. Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin, ku bi ruhê seferberiyê tevlî çalakiyên ji bo azadiya Rêbertî bibin."

Hevseroka NAV-DEM’ê Fatoş Guksûngur jî Kurd û dostên wan ên li derdor ji bo çalakiya nobedê ya ku kete sala 5’an, banga beşdariyekî xurt kir.

Çalakiya nobedê ya hefteya 260’an li gel hevparên KCDK-E Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NAV-DEM), Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F), Meclîsên Civaka Kurd a Demokratîk a Hollanda (NAV-NED), Federasyona Civaka Demokratîk a Îslami (FCİK), Navenda Yekitiya Êzîdiyan (NAV-YEK), Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E), Meclîsa Dîaspora ya Şengalê, Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) Navendên Civaka Kurd a Demokratîk a Awûstûryayê jî di nav de bi dehan saziyên Kurd beşdar bûn.