Hevserokên Konseya Rêveber a KCK'ê: Çareserî bi azadiya Rêber Apo dibe

Hevserokên Konseya Rêveber a KCK'ê: Çareserî bi azadiya Rêber Apo dibe

Hevserokên Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê KCK Besê Hozat û Cemîl Bayik der barê Kongreya Neteweya Kurd, rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Başûrê Kurdistanê de diyar kir ku Kongre di encama têkoşîna hemû kurdan de pêş ketiye. Bayik, da zanîn ku lazime kongreya neteweyî pirsgirêka kurd a neteweyî hem li devre û hem di nava xwe de çareser bike.  Besê Hozat jî anî ziman ku lazime ji bo çareseriya pirsgirêka kurd Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.

Hevserokân Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat û Cemîl Bayik têkildarî der barê mijaren di rojevê de ji nûçegihanên KNN’ê re axivîn. Hevserokên KCK’ê pirsên nûçegîhanan bersivandin û destnîşan kirin ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan karibe piştgiriyê bide pêvajoya çareseriye divê azad bibe û şert û mercên wî bên başkirin.

“DIVÊ KONGREYA NETEWÎ BERJEWENIYÊN HEMÛ KURDAN BIPARÊZE”

Hevserokên KCK’e der barê Kongreya Netewi ya Kurd de agahiyên girîng dan.

Cemil Bayik got, “lazime Kongre hemû pirsgirêkên kurdan çareser bike, eger kongre nebe bersiva hemû daxwazên kurdan nabe kongreya neteweyî, lazime kongreya neteweyî hemû rêxistin, civak û partiyên kurdan di nava xwe de vehewîne û daxwaz û pêşniyarên wan li ber çavan bigire û li gorî wê berjewendiyên hemû kurdan biparêze. Kesên ku dixwazin kongre pêk bê û tevlîi kongreyê bibin jî divê li ser vê hişmendiyê nêzîkî kongreyê bibin û ramanê hemû beşdarên kongreyê hevbeş bin.  Kongreya Neteweyî bi biryara çend partiyan û kesan çênabe. Divê xizmeta çend partî û kesan neke û çend partî tenê nebin xwedî gotin. Ev şaş e.”

Bayik di berdewamiya axaftina xwe wiha got, “Kongreya neteweyî xewna gelê me ye. Gelê me çareseriyê dixwaze. Gelê me dixwaze bi nasname, ziman û çanda xwe bijî. Divê kongre xizmeta daxwazên gelê kurd bike. Bi biryara hevpar çêdibe. Divê hemû beşdar li ser biryaran hem fikir bin. Ger ku  li ser vê hişmendiyê kongre pêş bikeve dê ji gele me re xizmetê bike.”

“PÊWÎSTE SEROKATIYA KONGREYÊ DEM BI DEM BÊ GUHERTIN”

Bayik, li ser amadekariyên kongreyê jî rawestiya û destnîşan kir ku lazime komîteya amadekar belgeyan amade bike, divê serokatiya kongreyê bê guhertin, hemû partî û rêxistin di nav de cih bigirin û weha hat gotin: “Divê serokatiya kongreyê demokratîk be. Divê her tim ne PKK an PYD an Goran an jî YNK, PDK be. Divê her tim bê guhertin. Ger ku ne wisa be ev nabe demokratîk. Mafê her kesî heye ku ji kongreye re serokatiyê bike.  Mînak Yekîtiya Ewropayê heye demokratîk e. Ji her 6 mehan carekê Serokatiya wê tê guhertin.  Lazim e yê me jî wisa be. Divê tenê partiyek ne desthilatdar be. Divê her tim bê guhertin. Ger ku her tim serokatî di destê partiyekê de we bibe pirsgirêk. Em dixwazin pirsgirêkên neteweyî çareser bikin.

BAYIK: LAZIME HER PARTÎ LI GORΠBERJEWENDIYÊN KURDAN BI DEWLETAN RE TÊKILIYÊ DEYNIN

Bayik axaftina xwe weha dewam kir; "Em ne li dijin partî têkiliyê bi dewletê re deynin. Em dixwazin partî û komîsyonên bên avakirin li ser berjewendiyên neteweya kurd bi dewletê re têkiliyan pêş bixin û ji bo daxwazên netewî dîplomasiyê bimeşînin. Lazim e partiyek li diji partiyek din tevnegere. Ger ku partî li dijî hev têkiliyan bi dewletê re pêş bixin ti carî azadiya kurd û yekîtiya kurd çênabe. Ev zerarê dide kurdan. Lazime ev pirsgirêk bi kongreya neteweyî ji holê rabe. Ger ku partiyek bi dewletê re têkeve têkiliyê divê li ser berjewendiyên hemû hevparên kongreyê têkeve têkiliyê. Divê kongreya neteweyî rêgez û esasên diplomasiyê diyar bike. Kurd dê li ser çi esasî bi dewletên Ewropa, Emerîka, dewletên cîhanê re têkeve têkiliyê, divê kongre vê yeke diyar bike.  Ger wisa be pirsgerêk nabe û ya rast jî ev e."

HOZAT: ŞERTÊ YEKEMÎN AZADIYA OCALAN E

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat jî anî ziman ku şertê wan ê yekemîn azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha got: “Rêbertiya me ev pêvajoyê da destpêkirin. PKK’ê  û Qandîl ev pêvajoyê neda destpêkirin. Ji bo Rêbertiya me vê pêvajoyê bi ser bixe, divê Rêbertiya me  azad bibe. Di demê dawî de pirsgirêka tenduristiyê ya Rêbertiya me hat rojevê. Ev ji bo me rojevek giring e. Ger ku tenduristiya Rêbertiya me xera be, nikare bi awayê tê xwestin pêvajoyê pêş bixe. Lazime di aliyê tenduristiyê de başbûnek pêk bê. Divê bi dewlet, saziyên sivil û civakî re karibe serbest hevdîtinan pêk bine. Divê di hevdîtinên bi dewletê re azad tevbigere. Ji bo vê yekê divê gav bi gav Rêbertiya me azad bibe, niha li Îmraliyê rehîn e, ne girtiyekî ji rêzê û asayî ye, divê dewleta tirk vê rastiyê baş bibine. Dewleta tirk li ser rêbertiya me bi Kurdan re pazarê dike. Ev rewş wisa nameşe. Dewleta tirk bi vê nêzîkatiyê tevbigere çareserî pêş nakeve. Divê dewleta tirk polîtîkayên xwe biguhere û ji bo çareseriyê xwedî plan û proje be. Divê gavên lezgin biavêje."

"TÊKOŞÎNA ME JI BO YEKTIYA KURDAN E"

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Hozat, anî ziman ku nêzî 20-25 salin têkoşîn û stratejiya wan ji bo yekîtiya gelê kurd pêş dikeve û wiha got: “Wekî tê zanîn di salê 1990 de bi Rêbertiya me re hevdîtin pêk hatin. Piştî wê jî gelek caran bi Rêbertiya me re hevdîtin pêk hatin.  Hemû hevdîtinên me li ser esasê yekîtiya kurdan pêş ketin. Rastiyek heye hêz û dewletên mêtinger dixwazin kurdan parçe bikin û lawaz bikin.  Li ser kurdan serdestiyê bike û kurdan her tim wekî kole bixebitîne.  Bi salane li ser 4 beşên kurdistanê polîtikayên kurdan di nava kurdan de perçe bike meşandin. Ji bo derketina li dijî vê, yekîtiya kurdan pêwist e. Kurd ji bo polîtikayên metinger û kapîtalîst ên îmha û perçekirinê, ji holê rabikin, divê yekîtiya xwe xurt bikin. Ji bo vê ji kongreya neteweyî girîng e. Bi salan e têkilî, hevdîtin û nêzîkatiyên me yên bi başûr re li ser vê bingehê pêş dikevin.  Stratejiya me ya bi Başûr û partiyên başûr re li ser yekitî û tifaqa kurdan e. Bi salan e em têkoşîna vê yekê didin û niha encamê dide.  Bi hêzên Goran re jî li ser vê esasê têkilî peş dikevin. Lê partiyên başûr wekî me nêzikatiyek wisa nade meşandin.”

Hevserokê KCKê Cemil Bayik, da zanîn ku helwesta başûr bi erênî û neyîni bi du aliyan xuya dike.

Bayik, daxuyand ku aliyê nebaş li Başur perçebûn heye û wiha got: “Di jor de yekîtiyek xuya dibe. Lê di bingeh de ev yekîtiyek tune. Dixwazin van pirsgirêkan rakin, lê ji ber ku di destpêk û bingehîn de ev nakokî heye nikarin rakin. Ji ber ku bingeh li ser yekitiyê ava nebûye, nikarin rast bikin. Niha dixwazin vê yekê li Rojava jî pêş bixin. Ev ne rast e. Ev xizmetê nake. Divê em vê ferasetê rakin. Ger ku ev feraset rabe wê demê Başûr dê pêş bikeve. “