Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê ji bo desteserkirina şaredariyên Îdir, Sêrt, Misirc, Hawêl û Altinovayê protesto bikin, çalakiyek li dar xistin. Polîsan êrîşî çalakiyê kiribûn û Hevserokê HDP’ê yê Enqereyê Vezîr Coşkûn Parlak destgîr kiribûn.
Polîsan nehiştin ku rojnameger vê êrîşê qeyd bikin. Polîsan Endamê Meclîsa Partiyê yê HDP’ê û parêzer Alîcan Şahîn avêtin erdê û destê wî ji paş ve kelepçe kirin.
Di êrîşê de civaknas û endamê Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê Velî Saçilik, parlementerê berê yê HDP’ê Nîhat Akdogan, Denîz Akîl, Zeyno Bayramoglû, Mehmet Şerîf û 3 kesên navên wan nehate tespîtkirin, hatin destgîrkirin.