Hevserokê Giştî yê HDP'ê Onen: Bila dîlîtî bi dawî bibe

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Onen: Bila dîlîtî bi dawî bibe

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Yavûz Onen da xuyakirin ku HDP meşa ber bi destpêkeke nû ye û got, "Bi alîkariya tevgera azadiyê ya Kurd re em ber bi ronesanseke nû dimeşin." Onen destnîşan kir ku girtiyên nexweş ên li girtîgehan ji bo Tirkiyê şermeke û got, "Divê dîlîtî êdî bi dawî bibe. Ez dixwazim, weke gava demokratîkbûyînê efûya siyasî ya giştî bê îlankirin."

1. Kongreya Awerte ya HDP'ê ya li Salona Sporê ya Ahmet Taner Kişlali bi axaftinan dewam dike. 

Hevserokê HDP'ê Yavûz Onen beşdar bi Kurdî silav kir û silav ji girtiyên li zîndana re şand. Onen got, "Di nava wan mirovan de ez bi taybetî silavên xwe ji Hatîp Dîcle re dişînim" û destnîşan kir ku HDP meşeke ber bi destpêkeke nû ve daye destpêkirin. 

Onen got, "HDP tevgereke gel e. Dê li kolanan, li meydanan mezin bibe û li parlamentê bê temsîlkirin. 4 parlamenterên HDP'ê li parlamentê hene. Ev rêbaza nû ya kevneşopiya têkoşîna şoreşger e. Ez Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş, Îbrahîm Kaypakkaya bibîr tînim. Bi alîkariya tevgera azadiyê ya Kurd re em ber bi ronesanseke nû ve dimeşin. Ronesansa Kurd a tevgera azadiYê ya Kurd pêşî lê vekir, dê bibe çavkaniya xwedîkirinê ya HDP'ê."

‘DIVÊ AKP DEST JI DIJMINAHIYA KURDAN BERDE’

Onen diyar kir ku herî zêde pere li cîhanê ji bo çekan tê bikaranîn û got, "Emê dersa demokrasiyê bidin AKP'ê. Wezîr dibêje gelê Sûriyê birçî, bêav maye. Berpirsyarê vê tuye, emê hesabê wê ji te bipirsin. Ji AKP ya ku ji bo têkbirina şoreşa Rojava, rawestandina ronesansa Kurd û hilweşandina meşa şoreşger a Kurd çeteyên El Qaîdeyê xwedî dikin re, em dibêjin destê xwe ji qada têkoşînê ya gelê Kurd vekişîne. Dest ji dijminatiya Kurdan û sorkirina şer berde."

‘SÎNORÊN KURDAN PERÇE DIKE, JI EL QAÎDEYÊ RE VEKIRÎ NE’

Onen ragihand ku sînorê navbera Sûriye-Tirkiyê ji herêma jiyanê ya gelê Kurd re derbas dibe, malbat perçe kiriye û got, "Hikûmeta ku civîna desteya wezîran a hevpar lidar xist, îro dîwarên ji beton li ser sînor lê dike. Hevalno, emê vî dîwarê şermê hilweşînin. Emê ji nava gelan vî dîwarî rakin. Lê ev sînor vê gavê ji El Qaîdeyê ku êrîşî Kurdan dike, vekiriye. Emê li dijî polîtîkayên emperyalîzmê li ber xwe bidin. Deklarasyona Birêz Ocalan çek bêdeng kir. Mirin rawestiya. Lê aliyê herî girîng ê vê gavê, mayindebûyîna aştiyê ye. Wezîfeyên girîng dikevin ser milê me. HDK û HDP dê vegotina vê peyama aştiyê, civakîbûna wê, li destpêka bernameya xwe bicih bike û bikeve nava vê hewldanê."

Onen diyar kir ku pakêta AKP'ê ya li pêşberî vê gava aştiyê vekir vala ye û destnîşan kir ku dem dema avêtina gavên rastîn ên demokratîk in.

‘EFÛYA GIŞTÎ DIXWAZIM’

Onen kesên di berxwedana Gezî de jiyana xwe ji dest da bibîr anî û diyar kir ku li girtîgehan di şert û mercên giran de jiyan dewam dike. Onen diyar kir ku divê dîlîtî êdî bi dawî bibe û got, "Li girtîgehan 526 girtî û hikumxwarên nexweş hene. Rewşa 154 ji wan di asteke giran de ye. Van girtiyên nexweş êdî berdin. Em rewşeke şermê dijîn. Pergala ceza û huqûqê veguheriye îşkenceyê. Weke gava demokratîkbûyînê, ez efûeyke giştî ya siyasî dixwazim. Lê du nav hene ku rewşa wan giran û lezgîn e. Halîl Guneş û Hasan Kaçar. Bila bi saxî ji girtîgehê derkevin."

Onen bal kişand ser pirsgirêkên ked, huner, xwezayê û destnîşan kir ku HDP bi biryar e li van qadan têkoşîneke hevpar bimeşîne.

Kongre bi axaftinan dewam dike.