Hevserokê bajêr ê DBP’ê sewqî Desteya Dîsîplînê hate kirin

Hevserokê bajêr ê DBP’ê yê Agiriyê Bahattîn Temel, sewqî Desteya Dîsîplînê hate kirin.

DBP’ê derbarê Hevserokê bajêr ê DBP’ê yê Agiriyê Bahattîn Temel lêpirsîn da destpêkirin. DBP’ê diyar kir ku di hilbijartina 31’ê Adarê de ji ber ku HDP li Agiriyê têk çû, Temel îddîayên bêbingeh kiriye û ji ber vê jî derbarê wî lêpirsîn hatiye destpêkirin.

‘LI GORÎ BERJEWENDIYÊN XWE YÊN ŞEXSÎ TEVGERIYA’

DBP’ê derbarê mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku “Di pêvajoya hilbijartinê de ji ber ku berpirsyariyên xwe yên rêxistinî di warê berjewendiyên xwe yên şexsî de bi kar aniye, xebatên me yên partiyê daye sekinandin û ji ber vê helwesta xwe xisar daye rêxistina me. Ji ber ku îddîayên bêbingeh li parlementer û nûnerên me yên saziyan kiriye, xwestiye nîqaşeke qirêj û fesadiyê pêk bîne. Bi vî awayî jî xisar daye dîsîplîna rêxistina me. Temel beriya ku rapora li ser wî bi dawî bibe, daxuyanî daye çapemeniyê.”

Di daxuyaniya DBP’ê de hate diyarkirin ku Temel bi daxwaza îxracê sewqî Desteya Dîsîplînê hatiye kirin û tu rastiya îddîayên wî tune.