Hevseroka PYD’ê Asya Abdulah çû serdana Demîrbaş

Hevseroka PYD’ê Asya Abdulah çû serdana Demîrbaş

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratik (PYD) Asya Abdulah û heyetek ji bo tevlibûna Yekemîn Konferansa Jinên Rojhilata Navin li Amedê ye. Di çarçoveya serdanên saziyên kurdan ên li Amedê de îro Asya Abdulah tevi 2 hevalên xwe hatin çûn şaredarê Sûrê yê Amedê  Abdullah Demirbaş. 

Asya Abdulah der barê rewşa Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê de agahî bi şaredar Demirbaş re  parve kir. Asya Abdulah di hevdîtinê de behsa hewldanên ambargoya  li ser kurdan û girtina deriyê sînorê Başûrê Kurdistanê kir. Her wiha şaredar Demirbaş jî behsa pêvajoya çareseriyê ya ku li ser banga rêzdar Abdulah Ocalan ji newroza 2013’an de bi peyamekê dest pê kir û xebatên şaredariya xwe bi mêvanan re parve kir.