Hevseroka EGE TUHAYDER’ê hat binçavkirin

Danê siharê bi ser mala Hevseroka EGE TUHAYDER’ê Nîlay Guleser de hate girtin û ew hate binçavkirin.

Danê siharê bi ser mala Hevseroka Komeleya Xizmên Girtî û Hikûmxwaran a Egeyê (EGE TUHAYDER) Nîlay Guleser de hate girtin û ew hate binçavkirin.

Nîlay Guleser rû bi rûyê êşkenceya kelemçeya berovajî ma û ew birin avahiya Şaxa Çankaya TEM’ê.

Hat diyarkirin ku derbarê Nîlay Guleser de bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” biryara girtinê hate dayîn û hat zanîn ku wê li avahiya komeleyê jî lêgerîn were kirin.