Hevşaredarên Peyîzavayê bersiva qeyûman dan

Hevşaredarên Peyîzava û endamên meclîsê, diyar kirin ku bi armanca ‘Meşrûkirina qeyûman’ îdîayên nelirêtiyê servîsî çapemeniyê dikin.

Hevşaredarên Peyîzava û endamên meclîsa Şaredariya Peyîzava ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a ku qeyûm hate wezîfedarkirin, têkildarî îdîayên ‘Li Şaredariya DBP’ê ya Peyîzava nelirêtî’ ku di 17’ê Sibatê de li hinek dezgehên çapemeniyê hatin servîskirin daxuyaniyek nivîskî dan.

Di daxuyaniyê de bal kişand ser van xisûsan:

“Di 17’ê Sibata 2017’an de hinek dezgehên çapemeniyê, nûçeyên mîna ‘Li Şaredariya DBP’ê ya Peyîzava nelirêtî’ hatin weşandin. Agahiyên ku di nûçeyê de cih digirin ti eleqeya xwe ne bi Hevşaredarên me û ne jî bi endamên meclîsa şaredariy ve heye, ti rastiya wan nîne û derew in.

Bi van îdîayan dixwazin li dijî partiya me operasyonên nû bidin destpêkirin û hedef bidin nîşandan. Dixwazin di çavê gel de ximet û xebatên ku me ji bo gel dan kirin bidin reşkirin û bi van îdîayan dixwaze rêzdarî û hurmeta partiyê û gel bidin şikandin. Lê bila baş bê zanîn ku ev hewldan ti encaman nagire. Em vê mijarê radestî gel dikin. Ew ya baştir dizene ger ku tiştekî wiha hebe wê gel bi xwe hesabê vê yek bixwaze. Nexasim kî zimetê dike û kî jî bi rêya nelirêtiyan ketine rojeva raya giştî ji xwe gelê me dizane.

Piştî hilbijartina herêmî ya 2014’an û şûn de her kes baş dizena şaredariya Peyîzava zimetekî baş kiriye. Li gel vê jî Şaredariya Peyîzava ji ber xebatên xwe yên disiplînê bûye şibakeya derve ya bajarê me Wanê, bûye rûyê Wan ê.”

‘HEWLDANÊN MEŞRÛKIRINA QEYÛMAN’

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Sedemê serke yên servîskirina van nûçeyan ew e ku meşrûkirina qeyûmên şeredariyan desteser dikine. Bila ev baş bê zanîn ku ti meşrûbûna qeyûman li gel gelê me nîne. Tevî ku di nava salê de bi dehan car mufetîş hatine şaredariyê lê ti nelirêtî tesbît nekiriye, piştî desteserkirina qeyûm a şaredariyê rojekê bi şûnde ne ji rêzêye ku servîskirina nûçeyên bi vî awayî. Em weke hilbijêrên gel ku vîna radestî me kirî heta dawiyê erka xwe bi cih bînin, didin nîşandan ku ximetkarên gelê xwe ne.”