Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Hevşaredara Gimgimê û 9 girtî hatin sirgûnkirin

9 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T'yê ya Osmaniyê sirgûnî girtîgehên din kirin. Hate gotin Hevşaredara Gimgimê Ulku Karaaslan jî hatiye sirgûnkirin.

Girtiyên bi navê Hasan Muhammed Ibîş, Yildirim Kiş, Adem Amaç, Mehmet Kiliç, Zenar Demîr, Suleyman Saçak, Mehmet Selîm Suer, Mehmet Emîn Dal û Sedat Karak ên ku li Girtîgeha Tîpa T'yê Nimro 2 ya Osmaniyê dihatin girtin 26'ê Kanûnê sirgûnî girtîgehên din kirin. Hin ji girtiyan sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Tîpa L, Nimro 1 a Maraş Turkoglu kirin. Nayên zanîn bê ka girtiyên din birine kûderê.

Hate diyarkriin Hevşaredara Gimgimê Ulku Karaaslan jî 26'ê Kanûnê ji Girtîgeha Tîpa E'yê ya Mûşê sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Tîpa T'yê Nimro 1 a Osmaniyê kirine.