Hevşaredar bi malbatên ji Kobanê re axivîn
Hevşaredar bi malbatên ji Kobanê re axivîn
Hevşaredar bi malbatên ji Kobanê re axivîn
Hevşaredarên Yenîşehîr a Amedê Ulku Baytaş û Selîm Kûrbanoglû, bi malbatên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji Kobanê hatine taxên Azîziye, Gurdogan û Cûmhûriyetê re, hevdîtin kirin.
Hevşaredarên Yenîşehîr a Amedê Ulku Baytaş û Selîm Kûrbanoglû, li Mala Gel a Avahiyên Giştî bi malbatên ji Kobanê re axivîn. Civîna li vir bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna mirovên li Kobanê û Şengalê jiyana xwe ji dest dan, destpê kir.
Selîm Kûrbanoglû da zanîn ku ew her tim li cem malbatan e û got, "Ev der mala we ye. Em soz dikin ku heta ji destê me bê, em ê alîkariyê bidin malbatên xwe yên ji ber van êrîşan neçar man koç bikin. Kobanê û Amed yek in. Yek parçe, yek dil in."
Hevşaredar Ulku Baytaş jî got, "Li çar parçeyên Kurdistanê, ji ber dagirkeriya çeteyan dramên mirovahiyê tên jiyîn. Bi hevgirtina Kurdan, bi berxwedaneke bi hev re, em ê zilma vê serdemê têk bibin."
Di civînê de malbatan pirsgirêkên xwe yên xwarin û kincan anîn ziman. Komîteya Koordînasyona Yenîşehîrê jî da xuyakirin, ku ew ê van pirsgirêkan di dema herî kurt de çareser bikin.