Hevkariya PDK-Tirkiyeyê di rojeva medya Fransayê de ye

Rojnameya Oûest-France cih da êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û sewqiyata PDK'ê, her wiha zextên wan ên li ser gel.

Di nûçeyê de ya bi îmzeya Sylvaîn Mercadîer de hate ragihandin ku berdêla 'şerê qirêj' ê li Başûrê Kurdistanê sivîl didin.

DI ÊRIŞA BI FUZEYAN DE SÊ BIRAZIYÊN WÎ BIRÎNDAR BÛN

Şêniyê gundê Mêrgêreşê yê herêma Bradostê ya Sîdekanê kesê bi navê Silêman tîne ziman ku ew neçar ma havîna derbasbûyî gundê xwe biterikîne û dibêje, "Bi êrişa destpêkê ya fuzeyê re agir bi baxçeyê me ket Biraziyên min hewl dan şewatê vemirînin. Di êrişa duyemîn a fuzeyê de her sê jî birîndar bûn. Lingê yekî jê bû. Me her tiştên xwe ji dest dan."

Silêman diyar dike ku êrişê bandoreke giran li wan kiriye û careke din nekarîne vegerin gundê Mêrgêreşê yê bi temamî hatiye valakirin.

Mîna Silêman bi hezaran kes neçar man malên xwe yên li qadên çiyayî vala bikin.

'DI DEMA ÊRIŞÊ DE PKK'IYEKÎ BI TENÊ JÎ LI HERÊMÊ TUNE BÛ'

Rojname diyar dike, "Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ku ji kaosa li Sûriyeyê sûdê werdigire, operasyonên li dijî baregehên PKK'ê zêde kiriye" destnîşan dike ku bi balafirên bêmirov bi taybetî êriş li dijî sivîlan tên kirin.

Biraziyê Silêman Xoşewî jî dibêje, "Roja ku êriş bû li Mêrgêreşê şervanekî bi tenê jî tune bû. PKK dûrî malan, li nava daristanan dimîne."

BIRAYÊN WÎ YÊN BIRÎNDAR BI FIKAR IN

Xoşewî, tevî birayê xwe Muhacir û malbatên xwe li bajarrê Soran bi cih bûne. Li vê derê jî bi lez ji xwe re xaniyek çêkirine. Her du birayên wî ku seqet bûne ji paşeroja xwe bi fikar in: "Me ji bo xanî deyn kir. Em nikarin zarokên xwe bidin xwendin. Hikumet (Hikumeta Kurd) ti carî alîkarî neda me."

ARTÊŞA TIRK A BI BÊCEZAHIŞTINÊ PIŞTRAST E, ÊRIŞ DIKE

Rojname destnîşan dike ku artêşa Tirk a bi bêcezahiştinê piştrast e êriş dike û bi bîr xist ku li herêma Bradostê şivanek ji ber êrişa leşkerên Tirk birîndar bû. Rojname radigihîne ku leşkerên Tirk keriyên pez jî di nav de êrişî her tiştên nêzî çeperên wan dibin dikin.

MALBATEK HATE TUNEKIRIN, LÊPIRSÎN JÎ NEHATE DESTPÊKIRIN

Ji şêniyên Sîdekanê Hama dibêje, "Par malbateke ji 20 koçeran bû hedefa êrişa hewayî. Lêpirsîn jî têkildarî mijarê nedan destpêkirin."

JI SALA 2015'AN VE HERÎ KÊM 97 KES HATIN QETILKIRIN

Li gorî rêxistina civaka sivîl a bi navê Chrîstîan Peacemaker Team ji sala 2015'an ve herî kêm 97 kes ji ber êrişên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dane, derdora 100 kes jî birîndar bûne. Li gorî heman rêxistinê 126 gund jî bi temamî hatin valakirin, gef li 500 gundan tê xwarin.

Rojnameya Fransayê vê tespîtê dike, "Tirkiye di vî şerê qirêj de ji cihêtiya nava Kurdan bawer dike. Enqere bi PDK'ê bawer e."

BI DEHAN KESÊN REXNE LI PDK'Ê KIRIN HATIN GIRTIN

Aktîvîstekî ciwan ku navê xwe eşkere nekir, diyar kir ku bi dehan muxalîfên ku hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re rexne kirin, hatin girtin.

Siyasetmedarekî Kurd jî ragihand ku PDK hewl dide rêya PKK'ê ya li Çemankê bibire û ji destpêka meha Cotmehê ve li vê herêmê rageşiyeke çekdarî ya ji 25 salên dawî û vir ve yekemcar rû da, diqewime.