Hevkarê li dijî DAÎŞ'ê, dijminê niha yê DYE'yê: Haşdî Şabî kî ye?

DYE ku bi rêveberiya Donald Trûmp re di siyaseta xwe ya Rojhilata Navîn de guhertinên mezin kir, piştî îlîzyona vekişîna ji Sûriyeyê û pêşîvekirina dagirkeriya dewleta Tirk, niha jî li Iraqê gavên hişk diavêje.

DYE'yê, li dijî Haşdî El Şabî ku beriya çend salan li dijî DAÎŞ'ê pê re tevdigeriya, rojên dawî êrişên xwe zêde kir. Ji dema avabûna xwe ve bandora Îranê ya li ser vê rêxistinê tê zanîn. Êrişên DYE'yê yên çend rojên dawî ku bi taybetî li dijî fermandarên Haşdî El Şabî tên kirin balê dikişînin.

DYE'yê di êrişa 2'ê Çileyê de ya li Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê, tevî Fermandarê Hêzên Qûdsê yên ser bi Mûxafizên Şoreşê yên Îranê Qasim Silêmanî her wiha Fermandarê Haşdî El Şabî Mehdî el-Muhendîs jî kuşt.

Her wiha pêr li bakurê Bexdayê êriş bir ser Ketîbeyên Îmam Alî yên ser bi Heşdî el Şabî. Li Iraq û Sûriyeyê gelek komên Haşdî el Şabî kir hedef.

Gelo Haşdî el Şabî kî ye, ku beriya çend salan DYE pê re li dijî DAÎŞ'ê xebitî, ji bo fermîbûna wan a li gorî destûra bingehîn a Iraqê bêdeng ma, destûr da ku bikevin hilbijartinên Iraqê û piştî referandûma li Başûrê Kurdistanê êrişên wan ên li dijî Kerkûkê ji nedîtî ve hat.

HAŞDÎ EL ŞABÎ

Piştî ku DAÎŞ di sala 2014'an de derkete holê û gelek wîlayetên Sûniyan ên li Iraqê bi dest xist, di 3'ê Hezîrana 2014'an de otorîteya olî ya Şîa ya li Iraqê Ayetûllah Alî Sîstanî banga 'cîhadê' li Şîayên li welêt kir û li ser vê bangê hêzên Haşdî el Şabî dest bi rêxistinbûnê kirin.

Vê rêxistinê xwe bi du baskan bi rêxistin kir. Li baskê yekemîn komên nêzî Îran û Hîzbûllahê, li baskê duyemîn jî rêxistinên nêzî lîderê olî yê Şîa yê li Iraqê Mûqteda Es-Sadr cih girtin, ku weke 'neteweperestên Ereb' tên naskirin.

JI ÎRANÊ YEKSER PIŞTGIRÎ WERGIRT

Piştî ku Serokwezîrê wê demê yê Iraqê Nûrî El Malîkî yê nêzî Îranê ragihand ku wê maeş bidin kesên tevlî Haşdî el Şabî bûne û piştgiriya leşkerî ya Îranê, bûn sedem ku Haşdî el Şabî di demeke kurt de xwe bi rêxistin bike û li dijî DAÎŞ'ê kete nava liv û tevgerê.

Çek, lojîstîk û fînansoriya Haşdî el Şabî bi giranî Îranê da ser milê xwe. Hêza Qûdsê ku weke hêza poerasyonên derve ya Mûxafizên Şoreşê yên Îranê tê naskirin, bi erkê perwerdekirina Haşdî el Şabî rabû. Qasim Silêmanî li operasyonên li wîlayeta Enbarê de bi xwe serkêşî ji Haşdî el Şabî re kir.

BÛN XWEDÎ STATUYA HÊZA FERMÎ YA IRAQÊ

Haşdî el Şabî tevî artêşa Iraqê li Ramadî, Fellûce, Tîkrît, Mûsil, Telafer û başûrê Şengalê tevlî operasyonên li dijî DAÎŞ'ê bû. Di 26'ê Mijdara 2016'an de bi qanûneke ku li parlamenta Iraqê hate qebûlkirin re weke "Hêza parastinê ya fermî ya Iraqê" hate ragihandin.

Haşdî el Şabî ku bû xwedî statuya fermî, di 7'ê Nîsana 2015'an de bi biryara Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî û Desteya Wezîran yekser bi serokwezaretiyê ve hate girêdan.

Haşdî el Şabî ku tê gotin hejmara endamên wê derdora sed hezarî ye, piştî ku bû xwedî statuya fermî mezintir bû. Gelek kesên ji kom û terîqaên Şîa û eşîran ji bo tevlî Haşdî el Şabî bibin navê xwe nivîsandin û tê texmînkirin ku hejmara endamên wê niha zêdeyî 200 hezar kesî ye.

JI DU BASKAN PÊK TÊ

Haşdî el Şabî ji zêdeyî 100 komên cuda pêk tê. Li baskê wê yê yekemîn rêxistinên nêzî Îranê, Hîzbûllah û Malîkî hene. Li baskê din jî rêxistinên nêzî Mûqteda Es-Sadr hene ku lîderekî Şîa yê olî ye û xwe ji Îranê vedigire.

SADR PÊŞNIYAR KIRIBÛ KU HAŞDÎ EL ŞABÎ BÊ BELAVKIRIN

Mûqteda Es-Sadr ku bi giranî siyaseteke Iraqî dimeşîne, piştî kontrolkirina Mûsilê ragihand ku "Hin komên li nava Haşdî el Şabî ji kontrolê derketine" û diyar kiribû vê hêzê mîsyona xwe temam kiriye û divê bê betalkirin.

DI NAV DE ZÊDEYÎ 70 RÊXISTIN HENE

Tevî ku rêxistinên Tûgayên Bedir, Esaîb Ehlûlhak, Ketîbeya Hîzbûllah, Tûgayên Alî Ekber û Tûgayên Ensar El Merciyye derdikevin pêş jî di bin sîwana Haşdî el Şabî de zêdeyî 70 rêxistin hene.

TÛGAYÊN BEDIR Û ARTÊŞA MEHDÎ

Tûgayên Bedir pêşengiyê ji rêxistinên nêzî Îranê re dike. Gelek komên nêzî Sadr jî ji kevneşopiya Artêşa Mehdî tên.

Piştî êrişên dawî yên DYE'yê Îranê sonda tolhildanê xwar. Balkêş e ku otorîteya olî ya Şîa ya Iraqê Mûqteda Es-Sadr jî banga "Ji nû ve kombûna Artêşa Mehdî" kir.

TÛGAYÊN BEDIR

Rêxistina herî bi bandor û herî kevn a di nava Haşdî el Şabî de ye. Di şerê Iraq-Îranê de (Navbera salên 1981-1988'an) li dijî rejîma Saddam Huseyîn li nava refên Îranê têkoşiya. Serkêşê wê jî Hadî El Amîrî ye ku nêzî Qasim Silêmanî bû.

Ji şerê Iraq-Îranê ve Tûgayên Bedir hêza çekdar a Amîrî bû. Tevî ku di sala 2008'an de eşkere kir ku dest ji çekan berdaye û êdî partiyeke siyasî ye, di sala 2014'an de ji nû ve rahişt çekê.

Amîrî ku di hilbijaritnên dawî de bû Serokwezîrê Iraqê, di hilbijartinên sala 2010'an de ji Partiya Dewleta Qanûnê ya Malîkî parlamenterî kir. Tûgayên Bedir ku li  hemû herêmên Iraqê bi bandor e bi taybetî li eyaletên Diyala, Selahaddîn û Kerkûkê xurt e.

ESAYÎB EHLÛL HAK

Ev koma ku ji Artêşa Mehdî ya ser bi lîderê olî yê Şîa Mûqteda Es-Sadr veqetiya, bi Îranê re xwedî têkiliyeke xurt e. Ev rêxistina ku Qeys El Xezalî serkêşiyê jê re dike li Necef, Kerbela, Bexdayê bi rêxistin e.

Di nava vê komê de kesên çekdar ên Eniya Tirkmen a Iraqê (ITC) jî hene ku nêzî Tirkiyeyê ne. Vê komê di êrişên dijî Kerkûk û Xurmatû de li refên pêş cihê xwe girtibû.

KETÎBEYA HÎZBÛLLAH

Ev koma ku di dema destwerdana DYE'yê ya li Iraqê de xwe li ser bingeha 'artêşa Muxtar' bi rêxistin kir, eşkere kir ku ew otorîteyê olî yê Îranê Seyîd Alî Xemaneyî dipejirîne. Ev rêxistina ku li tevahiya Iraqê kar dike bi taybetî di nava Tirkmenan de sempatîzanên xwe hene.

Ketîbeya Seyyîdûl Şûheda: Vê rêxistinê soza dilsoziya bi Xamaneyî re da û nêzî Hîzbûllahê ye. Serkêşê wê jî Hecî Ebû Ala ye.

Tûgayên Xorasanê: Tê gotin ku ev rêxistin ji Îranê ye û fermandariya wê jî li Îranê ye.

SARAYA EL SELAM

Saraya El Selam: Ev rêxistina ku nêzî Serokwezîrê berê yê Iraqê Haydar Ebadî tê naskirin, di serî de Samarra û Necefê li gelek herêman kar dike. Di sala 2014'an de ji aliyê Mûqteda Es-Sadr ve hatibû avakirin.

KOMÊN DIN

Komên din ên li nava Haşdî el Şabî:

* Tûgayên Alî Ekber

* Tûgayên Ensar El Merciyye

* Ketîbeya Îmam Alî

* Ketîbeyên Firkatûl Ebbas

* Feylaq El Kerrar

* Seraya El Cihad

* Seraya Ensal El Aqide

* Hareket El Nucebba

* Ketîbeya Ebû Fadil Ebas

* Ketîbeya Şehîd El Aval

* Seraya El Cihad

* Ketîbeya Tayyar El Rîsalî

* Ketîbeya Ehrar El Iraq

* Ketîbeya Difaa El Mukaddes

* Ketîbeya Ruhallah

* Ketîbeya El Gadab

* Ketîbeya Ensar El Hicce

* Ketîbeya Îmam Huseyîn

* Mucahîtên Hîzbûllah ên Iraqê

* Ketîbeya Îmam El Gaîb

* Feylak El Vaad El Sadık

* Kuvvet El Şehid Sadr

* Liva Youm El Kaim

* Liva Esedulah Galip

* Hizbullah El Sayrun

* Lîva Zulfîkar

* Liva El Muntadar

* Mukavveme Îslamiye

* Lîva Îmam El Hasan El Mucteba

* Hîzbûllah El Ebrar

* Saraya El Zehra

* Hareket El Abdal

* Lîva Ammar Îbnî Yasir

* Ketîbeya Fettah El Mubîn

* Ketîbeya Şebab El Rîsalî

* Lîva El Sadikeyn

* Lîwa Îmam El Kaîm

* Lîwa El Kaîm

* Lîwa El Karya

* Seraya Aşura

* Tûgaya Babîliyyûn.