Hevjînên 60 salî, ku bi Tirkî nizanin û ji ber biryara nepenîtiyê ya li ser dosyayê nayê zanîn bê ji ber çi hatine binçavikrin, ji ber ku ji Rojava ne li TEM'ê zext û zordarî li wan tê kirin.
Hebo Hanefa û Noûrî Khalîl ên ji Rojava, ku li Danîmarkayê penaberên siyasî ne, dema ku ji Danîmarkayê di ser Tirkiyeyê re diçûn Iraqê, li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê hatin binçavkirin. Nayê zanîn bê hevjîn ji ber kîjan sedemê hatine binçavkirin û ev 12 roj in li Şaxê Tem a Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ya li kolana Vatanê tên girtin. Roja 25'ê Cotmeha 2017'an dema ku ji ber nûçeyeke xwe hatim binçavkirin, min ew li emniyetê nas kir. Bi saya tercûmaniya mamoste Nazîfe Onay a ku ji be biryarnameyê ji kar hate derxistin, tiştên bi serê wan ve hat min fêhm kir. Hebô Hanefa ya 60 salî ku em bi hev re li heman nezaretxaneyê man, tevî hevserê xwe ji bo dîtina xizmên xwe ji Danîmarkayê diçûn Iraqê, lê gava li Balafirgeha Ataturk balafir diguheran yekser hatin binçavkirin.
Li TEM'ê, ji ber ku ji Rojava ne zor û zehmetî li Hebo Hanefa dihate kirin. Deriyê nezaretxaneyên jinên bi îdîaya FETO hatibûn binçavkirin vekirî dihatin hiştin, lê nexweşxa hîpertansiyon û nexweşa çav Hebo Hanefa ku bi Tirkî nizane, ji bo karibe derman bigire yan jî bersiv ji pêdiviyên wê re bê dayin bang li polîsên jin dikir, li hesinên nezaretxaneyê dixist, lê bi zanebûn bersiv jê re nedihat dayin. Ancax min û Nazîfe li hesinên nezaretxaneyê dixist, dikin qîrînî û piştî nîqaşeke demdirêj dermanê Hebo Hanefa jê re dihate dayin.
Yekane xizmê wê, hevserê wê Noûrî Khalîl e. Hebo Hanefa tenê di dema sewqa nexweşxaneyê ya rûtîn de hevserê xwe dibîne. Ev 12 roj in li welatekî ku bi ziman û erdnîgariya wê nizane di binê çavan de ye. Tevî ku parêzerên xwe dîtin jî Hebo Hanefa û hevserê wê Noûrî Khalîl nizanin bê çima hatine binçavkirin.