Hevjîna xwekujê DAIŞ’ê li Swîsreyê hate girtin

M. yê ji Başûrê Kurdistanê li Kantona Thurgau ya Swîsre dijî û 49 salî ye, bi tawanbariya ku endaman ji bo DAIŞ’ê peyda dike û rêxistiniya wan dike ji hêla Dozgeriya Federal ve hate binçavkirin. Hevjîna M jî li Arsalê ku xwe kar dikir êrîşa xwekuj bike ha

Fatîmah A. a 28 salî ku diyar bû ku hevjîna duyemîn ê M. ye ku ev demeke dirêj e li Swîsreyê bi alîkariya sosyal debar xwe dike, li Arsal a Lubnanê dema ku xwe kar dikir êrîşeke xwekuj bike hate binçavkirin.

Li gel ku li ser M. gelek gilih hebûn jî ji ber ku polîsan tiştek nedikir pir rexne li polîsan têne kirin.

Rojnameya Sonntagzeîtung  Swîsreyê ji ber sedema gilhên li ser M. ku beriya niha li Mizgefa Es Selamê xebatên ji bo DAIŞ’ê dikriin û diyar kir li Mizgefa Wînterthûrê xebatên ji bo DAIŞ’ê dike. Li ser M. beriya niha jî doz hatibû vekirin bi sedema ku tundî li hevjîna xwe dikir û gefa kuştinê lê dixwar, her wiha diyar bû ku M. ji ber tawana qaçaxiyê ceza xwariye.

Li gor agahiyan M. li Mizgefta An’Nûr gelek caran pesnê DAIŞ’ê daye û endam ji bo wê peyda kirine.

Sandro V, ku mîrê Mizgefta An’Nûr tê naskirin û ku beriya niha bi tawana ji bo DAIŞ’ê endam peyda kiriye, di weazên xwe de zewaca zarokan teşwîq kiriye  hatibû girtin, ji tawana xapandina kesan ceza xwariye, niha jî lêpirsîn li ser hatiye vekirin ku alîkarî dide wan kesên ku diçine Sûriyê.