Hevdîtinên li Hewlêrê dewam dikin
Hevdîtinên li Hewlêrê dewam dikin
Hevdîtinên li Hewlêrê dewam dikin
Hevdîtinên navbera MGRK û ENKS yên li Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Hevdîtin li nîqaşên nava ENSK'ê aliqiye.
Endama Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed, naveroka hevdîtinan û hewldanên Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê ji ANF'ê re nirxand.
Îlham Ehmed ragihand ku hin komên, di şûna naskirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê de dixwazin bi navekî cuda bilêv bikin û got, "Li holê şoreşa Rojava ya ji aliyê gelê Kurd ve hatiye kirin, heye; Girîng e her kes vê qebûl bike û li gel wê cih bigire."
Endama Desteya Bilind a Kurd Ehmed diyar kir ku nêzîkatiyên ji Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê Ahmed Cebra parçeyek ji hewldanên parçekirina gelê Kurd e û got, "Dixwazin bi astengkirina yekitiya Kurdan re Lozaneke nû ji nişka ve bidin qebûlkirin."
DI MIJARA BEŞDARIYA LI CENEVRE DE HIN ENCAM HATIN BIDESTXISTIN
Îlham Ehmed da xuyakirin ku di mijara beşdariya li Cenevre-2 de, ku yek ji mijarên bingehîn ên hevdîtinên li Hewlêrê ye, hin encam bidest ketine û axaftina xwe wiha dewam kir: "Armanca bingehîn ew e ku bi heyeteke serbixwe beşdarî li konferansê were kirin û pirsgirêka Kurd weke rojeva bingehîn were destnîşankirin. Bi dîtina me divê ev yek weke şertekî beşdariyê bê nirxandin. Ji ber ku em naxwazin Lozaneke nû li ser Kurdan bê ferzkirin."
Ehmed her wiha got, "Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, ne pêkane Sûriyeyeke demokratîk ava bibe. Di vê mijarê de nêrîneke hevgirtî derket holê lê belê nîqaşên li ser şêweyê vê dewam dikin.
ENKS MIJARA RÊVEBERIYA DEMÎ NÎQAŞ DIKE
Rojeveke duyemîn jî, rêveberiya li Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirine. Mijara naskirin û cih girtin an cihnegirtina li nava vê rêveberiyê li pêşiya ENKS'ê ye. Di vê mijarê de ew jî qebûl kirin ku pêwistiya Rojavayê Kurdistanê bi rêveberiyekê heye. Lê xwedî pirsgirêkin ka çawa beşdar bibin.
Di vê mijarê de ya rast, hilbijartinê rêveberiyê ji aliyê gel ve. Ev yek dê vîna gel derxîne holê. Gel kê hilbijêre bila hilbijêre, dê ev yek ji bo me nebe pirsgirêk. Lê belê ENKS di vê mijarê de di nava xwe de nîqaşan dimeşîne. Nîqaşên wan ên di vê mijarê de dewam dikin."
YA DERKETIYE HOLÊ ŞOREŞA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ YE
Endama Desteya Bilind a Kurd Ehmed da zanîn ku mijareke din a girîng a hevdîtinan; nirxên şoreşê ne û destnîşan kir ku divê her kes nirxên şoreşê biparêzin.
Ehmed di vê mijarê de got, "Li Rojavayê Kurdistanê şoreşek pêk hat. Li holê rastiya gelekî têdikoşe û hêzeke parastinê ya berxwedanê birêxistin dike, heye. Pêwîste her kes xwedî li vê derkeve. Divê her partî, her rêxistin û tevger li gel vê cih bigire û xwedî lê derkeve. Ev yek, yek ji xalên bingehîn ên rojeva civîna me ye. Naskirina xwediyên berxwedanê xaleke rojevê ye. Hin partî û rêxistin naxwazin vê binav bikin."
BERSIV JI AHMED CERBA RE
Îlham Ehmed hin helwestên ku di demeke nêz de têkoşîna li rojava û encamên wê weke şoreşê binav nedikirin bibîr xist û got, "Hin dixwazin navê şoreşa Sûriyeyê yan jî navên din lê bikin. Em vê qebûl nakin. Ya li holê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya ji aliyê gelê Kurd ve hatiye kirin e. Ji aliyê me ve girîng e her kes vê qebûl bike."
Îlham Ehmed der barê daxuyaniyên duh ên Serokê Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê Ahmed Cerba de got, "Bi qasî ku di çapemeniyê de hat weşandin Cerba di nirxandina xwe de gotiye ku Rêberiya Demî bi tenê Kurdan digire nava xwe û tevî li hin herêman hêzên rejîmê hene jî çawa dikare rêveberiya xweser were meşandin. Beriya her tiştî ji bo me manîdar e ku Cerba di dema hevdîtinên Kurdan de hatiye. Çawa ku Kurd parçe kirin û beşek ji Kurdan tev li xwe kirin; niha jî di dema zêdebûna hewldanên yekitiyê de careke din hewl didin vê asteng bikin.
Rêveberiya nû ya hatiye avakirin jî, ne weke ew behsa wê dikin e. Rêveberiyeke gelekî demokratîk e. Ji ber ku hînê di avabûna xwe de gelek aliyan tê de cih girtin. Bawerim haya wî ji van tineye.
Dîsa Cerba dipirse ku li hin herêman hêzên rejîmê hene û di vê rewşê de wê çawa rêveberiya cewherî were meşandin. Em jî vê pirsê lê dikin; Hînê li tevahiya bajarên Sûriyeyê hêzên rejîmê, hêzên artêşa Sûriyeyê heye. Di vê rewşê de we çawa hikûmetek ava kirin û îlan kirin?
Îlham Ehmed diyar kir ku ji ber di nava ENKS de tam yekitiyek nîne, nîqaş dewam dikin, lewma encamên hevdîtinan ewçend dereng ketine. Ehmed herî dawî got, "Dibe ku hevdîtin îro yan sibê bidawî bibin, lê belê der barê encamên wê de zehmet e tiştek were gotin. Piştî hevdîtinên dawî wê diyar bibe."