Hevdîtinên dawî beriya civîna Cenevre-2
Hevdîtinên dawî beriya civîna Cenevre-2
Hevdîtinên dawî beriya civîna Cenevre-2
Ji bo berdewama gotûbêjên derbarê aloziya Sûriyê, li bajarê Cenevreyê di navbera Emerîka, Rûsiya û Netewên Yekbûyî de îro civîneke şêwermendî tê lidar xistin.
Ji bo berdewamkirina gotûbêjên derbarê aloziya Sûriyê, li bajarê Cenevreyê di navbera Emerîka, Rûsiya û Netewên Yekbûyî de îro civîneke şêwermendî tê lidar xistin. Ji aliyê Rûsiyayê ve Mîxaîl Bogdenof û Gênadî Gatîlof, ji aliyê Emrîkî ve cîgirê Wezareta Karên Derve Wendî Şêrman û ji aliyê Netewên Yekbûyî ve jî Nûnerê Hevbeş Exzer El-Îbrahîmî beşdarî civînê dibin.
Tê payîn ku nûnerên dewletên hemdemî yên Konseya Ewlekariyê “Birîtaniya, Feransa, Çîn” her wiha şandeyên ji dewletên derdora Sûriyê “Lubnan, Tirkiye, Iraq û Urdin” piştî civîna hersê aliyan bidawî bibe, beşdar bibin.
Tê gotin ku ev civîna şêwermendî beriya civîna Cenevre-2 ya dawî ye, bêyî ku aliyên dê beşdarî civîna Cenevre-2 bibin eşkere bikin ku di vê civînê de tên gotûbêjkirin.