Hevdîtinên Cenevreyê ku Kurd li derve hatin hiştin -2
Hevdîtinên Cenevreyê her tim bêyî Kurdan hatin kirin. Lê belê encamên wan hevdîtinan jî ne yên li dora maseyê, yên li qada şer bi ser ketin diyar kirin.
Hevdîtinên Cenevreyê her tim bêyî Kurdan hatin kirin. Lê belê encamên wan hevdîtinan jî ne yên li dora maseyê, yên li qada şer bi ser ketin diyar kirin.
Hevdîtinên Cenevreyê ku bêyî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin navê 'lêgerîna li çareseriya siyasî ya ji şerê navxweyî yê li Sûriyeyê re' tevî rewşa xwe ya neserketî jî ji sala 2017'an ve hewl hate dayin ku bên dewamkirin. Piştî hevdîtinên neserketî yên Cenevreyê di mehên Cotmeh û Mijdarê de jî civînên Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê pêk hatin. Aqûbeta wan jî bi heman rengî bû.
CENEVRE 5
Hevdîtina Cenevre 5 bi pêşengiya Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Steffan de Mîstûra, 23'e Adara 2017'an dest pê kir. Mîna hevdîtinên beriya xwe, heyeta rejîmê û komên mûxalîf ên weke tîma Riyadê tên naskirin û pişta xwe dispêrin hêzên herêmî tevlî bûn. Kurd careke din li derveyî hevdîtinê hatin hiştin. Di rewşekê de ku biryara agirbestê ya di civînên Astanayê de hate wergirtin lê bi cih nehate anîn, destê rejîmê roj bi roj li dijî mûxalîfan xurt bû, Cenevre 5 pêk hat.
ÇI QEWIMÎ?
Mûxalîfên ku di Cenevre 4 de nedixwestin hebûna rejîmê qebûl bikin, di Cenevre 5 de xwestin yekser bi heyeta rejîmê re rûnê, lê zêde israr nekir. Heyeta rejîmê jî ku li ser rûyê erdê destê wan xurt bû, li dora maseyê helwesteke ku hebûna hêzên mûxalîf qebûl nake, nîşan da. De Mîstûra hewl da aliyan li dora maseyekê li hev bicivîne, lê nekarî vê bi ser bixîne. Hevîtina ku di çarçoveya biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî yên li ser Sûriyeyê pêk hat, bi giranî li ser sernavên; rêveberiya dema derbasbûnê, destûra bingehîn a nû, hilbijartin û têkoşîna li dijî terorê hate rawestîn.
AQÛBET NEGUHERÎ
Hevdîtina ku 23'ê Adarê dest pê kir roja 1'ê Nîsanê qediya. Di roja dawî de De Mîstûra daxuyaniyek da û li xwe mikur hat ku hevdîtinên aştiyê yên rasteqîn hê dest pê nekiriye û îdîa kir ku li gorî hevdîtinên beriya niha, di Cenevre 5 de pêşketinek heye. Serokê heyeta rejîmê Başar El Caferî jî bi daxuyaniyekê got, "Mûxalîf dixwazin ku em mifteya Sûriyeyê bidin destê wan. Ev yek îlluzyon e. Komên ku weke mûxalîf derdikevin pêşiya me, mîna zarokan tevdigerin." Bi vî rengî careke din nîşan da ku hebûna mûxalîfan a li dora maseyê nas nake.
CENEVRE 6
Cenevre 6 roja 16'ê Gulana 2017'an dest pê kir. Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mîstûra vê carê tenê li ser mijara destûra bingehîn a nû bi aliyan re axivî. De Mîstûra nekarî aliyan li dora maseyekê li hev bicivîne, lewma li odeyên cuda bi wan re rûnişt û li ser destûra bingehîn a nû nîqaş kir. Ji hevdîtina ku heta 19'ê Gulanê dewam kir, ti encam derneket.
Li gorî raporên saziyên navneteweyî, di dema vê hevdîtinê de hejmara mirovên ji ber şerê navxweyî jiyana xwe ji dest dan gihîşt 350 hezarî.
CENEVRE 7
Şerê navxweyî yê Sûriyeyê êdî gihîşt asteke cuda. Hebûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên bi pêşengiya Kurdan û Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ji aliyê hêzên navneteweyî ve hate qebûlkirin. Li aliyê din hêzên rejîmê jî li pêşberî mûxalefeta ji bo Cenevreyê dihate vexwendin ji aliyê leşkerî ve di astekê de bi ser ket. Di demeke bi vî rengî de hevdîtina Cenevre 7 pêk hat. Cenevre 7 roja 10'ê Tîrmehê dest pê kir û 15'ê Tîrmeha 2017'an qediya. Aqûbeta wê jî mîna yên beriya xwe bû: Têkçûn.
CENEVRE 8 Û MIKURHATINA LI SERNEKETINÊ
Serketina Reqayê ya hêzên QSD'ê û rastiya dawîhatina DAÎŞ'ê li axa Sûriyeyê kir ku Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî yên aliyê şer in, careke din bikevin nava liv û tevgerê. Hat ragihandin ku wê Mijdara 2017'an hevdîtina Cenevre 8 bê lidarxistin. Hevdîtinê 28'ê Mijdarê dest pê kir. Mûxalefetê xwest rû bi rû hevdîtinê bi heyeta rejîmê re bike, lê heyeta rejîmê ev bi zelalî red kir. Hevdîtinê heta 14'ê Kanûna 2017'an dewam kir. De Mîstûra bi sirar xwest ku alî bê şert tevlî civînan bibin, lê ev daxwaza wî bi cih nehat û hevdîtin jî bê bersiv ma.
ENCAM: EM BI SER NEKET
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî De Mîstûra di roja dawî ya hevdîtinê d derket pêşberî çapemeniyê û yekemcar gotina "me bi ser nexist" bi kar anî û bi vî rengî li serneketinê mikur hat. De Mîstûra nexşeya aktûel a Sûriyeyê nîşan da û anî ziman ku rastiya li ser rûyê erdê li pêşiya çareseriyeke siyasî asteng e. Bi vî rengî nîşan da ku nebûna Kurdan li dora maseyê, sedemeke bingehîn e ku ji hevdîtinên Cenevreyê encam bi dest nakeve.
Encameke din a girîng a ji Cenevre 8 derkete holê ew e ku bloka Sûnî ya bi serkêşiya Tirkiye û Erebîstana Siûdî mîna li ser rûyê erdê, li dora maseyê jî di polîtîkaya Sûriyeyê de têk çûye.
Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de nêzî 400 hezar mirovî jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 6 milyon mirov ji cih û warên xwe bûn.
DE MÎSTÛRA ÎSTIFA KIR
Piştî hevdîtinên Cenevre 8 Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mîstûra demeke dirêj derneket pêşberî çapemeniyê. Di 17'ê Mijdara 2018'an de di brîfînga xwe ya ji bo Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de ragihand ku wê îstifa bike. Di dawiya sala 2018'an de jî ji wezîfeya xwe dûr ket. De Mîstûra bû kesê sêyemîn ku ji wezîfeya nûnertiya taybet a ji bo Sûriyeyê dûr ket.
SERDEMA GEÎR PEDERSEN
Piştî ku De Mîstûra ji wezîfeya xwe veqetiya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres dîplomatê xwedî tecrûbe yê Norwêcî Geîr O. Pedersen weke Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê tayîn kir. Pedersen di sala 2019'an de dest bi kar kir û hewl da ku karê avkairina Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê yê nîvcomayî temam bike.
CIVÎNÊN KOMÎTEYA DESTÛRA BINGEHÎN
Fikrê avakirina Komîteya Destûra Bingehîn destpêkê di Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê de hate wergirtin ku bi pêşengiya Rûsya, Tirkiye, Îranê di Çileya 2018'an de li bajarê Soçî yê Rûsyayê pêk hat.
Tirkiye, Îran û Rûsya ku civînên Astana û Soçî weke alternatîfa hevdîtinên Cenevreyê pêk anîn, li ser wê yekê xwestin muzakereyan bikin ku kî beşdarî Komîteya Destûra Bingehîn bibin. Di vê mijarê de nêrînên her sê dewletan ji hev nakok bûn. Piştre Neteweyên Yekbûyî yekser tevlî vî karî hate kirin û bi vî rengî hewl hate dayin ku nakokî ji holê bê rakirin.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres di Îlona 2019'an de ragihand ku Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê ava bûye.
BEŞDARÊN KOMÎTEYÊ
Komîteya Destûra Bingehîn ji 150 endaman pêk tê. Ji wan endaman 50 jê ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hatin diyarikrin, ji wan 50 jî ji aliyê Ahmad el Kûzbarî serokatiyê jê re dike. Ji wan 50 jî ji komên bi navê 'mûxalîf' ên pişta xwe dispêrin Tirkiyeyê pêk tê. Ji endamên heyetê 50 jê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ji nava kesayetên ji Rêxistinên Civakî yên Sivîl ên Sûriyeyê ve hatin diyarkirin.
RÊVEBERIYA XWESER NEHATE VEXWENDIN
Tevî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 32 ji sedî yê xaka Sûriyeyê kontrol dike nûnerê wan nehatin vexwendin. Tevlînekirina Rêveberiya Xweser li vê pêvajoyê, mîna hevdîtinên Cenevreyê bi helwesta Tirkiyeyê ve hate girêdan.
Di encama du tûrên hevdîtinên komîteyê de heyeta rejîmê xwest, "li xaka Sûriyeyê têkoşîna li dijî terorîzmê bê qebûlkirin, pêkanînên li ser Sûriyeyê bên raikrin û êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên şermezarkirin, li dijî vê helwesteke hevpar bê nîşandan."
Ji ber ku heyeta 'mûxalîfên' pişta xwe dispêrin Tirkiyeyê ev sê xal qebûl nekir, heyeta rejîmê maseya hevdîtinê terikand û dest ji hevdîtinên komîteyê berda.
Tevî israra Pedersen heyet li maseyê venegeriya û daxuyaniyek der barê mijarê weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku koma jê re 'mûxalîf' dibêjin bi temamî ji heyeta Tirk pêk tê.
Heyeta rejîmê destnîşan kir ku heta helwesteke hevpar li dijî dagirkeriya Tirk neyê nîşandan û yekparebûn û serxwebûna xaka Sûriyeyê esas neyê wergirtin wê tevlî ti hevdîtinan nebe.
Pedersen jî li xwe mikur hat ku hevdîtinên tûra duyemîn bêyî ku lihevkirinek bê kirin bi dawî bûn.
NAYÊ XWESTIN KU KURD LI MASEYÊ BIN
Bi vî rengî hewldaneke din a ji bo 'lêgerîna li çareseriya siyasî' ya bêyî beşdariya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ser neket.
Hêza ku encama pêvajoya Cenevreyê ya 8 salan diyar kir ew hêz bû ku li qada şer bi ser ket.