Hevdîtinên Cenevre û Îranê ji nûve dest pê dike

Hevdîtinên Cenevre û Îranê ji nûve dest pê dike

Muzakereyên di nabera Îran, endamên Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî û Almanyayê de didomin tura wê ya nû li Cenevreyê dest pê kir.

Di tura hevdîtiya beriya vê ya li Cenevreyê hat kirin de aliyan der barê ku nêzî peymanê ne de peyamên erênî dabûn, lê di deqeya dawî de lihev nekiribûn. Alîgir ji bo hevdîtinên vê carê peyamên erênî didin.

Welatên P5+1’ê, di tura yekemîn de diyar kiribûn ku beramberê hêsankirina razemeniyên qada enerjî û fînansmanê ya bo rêvberiya Tehranê pêk tê, daxwaz kiribûn ku Îran bernameya xwe ya nukleerê bi awayekî demî bide rawestandin. Rêberê olî yê Tehranê Ayetullah Alî Hamaney, diyar kiribû ku dê li dijî bernameya nukleerê Îranê serî netewînin.

Şefê polîtîkaya Derve ya Yekiriya Ewropayê Cahtherîne Ashton, Mîchael Mann, diyar kir ku mijar gelek tevli hev e û got divê nepên ku di şevekê de bigihêjin lihevkirinekê.

Wezîrê karê derve Cevat Zarîf jî da zanîn ku dê bigihêjin serkeftinekê got: “ Ev tiştekî girînge.ev hêza ku em pêngavan bavêjin didin me.”