Hevserokê Giştî yê KCD’ê Ahmet Turk û Parlementera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata roja 3’yê çileyê çûn girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Ev mijar di rojeva Kurdistan û Tirkiyeyê de cihek berfireh girt. Di rojevê de her tim îşaret bi wê yekê tê kirin ku Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd de rola kilîdê dileyize û ev çar roj in ku li ser hev rojnameyên Tirkiyeyê manşetên derbarê mijarê de diweşînin.
Hevserokê Giştî yê KCD’ê Ahmet Turk û Parlementera BDP’ê Ayla Akat Ata 3’yê çileyê çûn girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Heta niha agahiyên derbarê hevdîtinê de û naveroka hevdîtinê nehatiye aşkerekirin, lê di çapemeniyê de ev mijar gelek tê gotûbêjkirin. Gelek alî û derdor jî balê dikişînin ser girîngiya Ocalan ji bo aşitî û çareseriya pirsgirêka Kurd. Piştî hevdîtinan mijara sereke ya rojeva Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê bû Ocalan.
BI MANŞETAN HEVDÎTINÊN BI OCALAN RE
Rojnameya Milliyetê bi manşeta “Şandeya BDP’ê li Îmraliyê ye”, Yenî Şafak “Ji bo çekdanînê pêngava duwemîn”, Hurriyet “Li Îmraliyê 4 saet”, Starê jî di surmanşeta xwe de weşand. Heman rojê rojnameya Akşamê bi maşneta “Li Îmraliyê hewaya Osloyê” derket, Cumhuriyet “Turk li Îmraliyê ye”, Haberturk “Ger sabotaj çênebe temam e”, Radîkalê jî manşeta “Kostera 08.15” bi kar anî. Rojnameya Cemeeta Gulen Zamanê jî di rûpela xwe ya yekem de cih neda mijarê. Rojnameya Bugun jî hevdîtinê ji nedîtî ve hat.
OZGUR GUNDEM: PÊNGAVA YEKEMÎN ŞERT Û MERCÊN OCALAN
Du roj piştî hevdîtina bi Ocalan re pêk hat, rojnameya Ozgur Gundemê 5’ê çileyê cih da nirxandinên Serokê Konseya Rêber a KCK’ê Mûrat Karayilan û manşeta “Pêngava yekem şert û mercên Ocalan e” bi kar anî. Rojnameya Zamanê jî cih da nêrînên şêwirmendê siyasî yê Erdogan Yalçin Akdogan û manşeta “Em nebin xeyalperest, lê hêvîdar bin”. Heman rojê Yenî Şafakê “Pêşî çek dê bên danîn”, Milliyetê “Paqijkirina Rê”, Huriyet jî bi manşeta “Xeta Sînor a Atakoy-Îmrali” derket. Rojnameya Bîrgun manşeta “Rêyek dûr û zirav”, Akşam jî bi manşeta “Dîplomasiya Kurd” derket û cih da pêşketinên li aliyê BDP’ê. Rojnameya Radîkal jî bi manşeta “Ji bo çareseriyê pir baldarî”
ZEMÎNA ÇARESERIYÊ DI PROTOKOLAN DE YE
Hevdîtinên bi Ocalan re heta roja 6ê çileyê ji manşetên rojnameyan qet daneket. Yenî Şafak manşeta “Ji bo muzakereyê komek 9 kesî”, Ozgur Gundem jî protokolên çareseriyê yên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berê pêşkêşê dewletê kiribû bi bîr xist û manşeta “Zemîna çareseriyê protokok in” bi kar anî. Hurriyetê jî cih da daxuyaniyên Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû û manşeta “Em careke din kredî didin AKP’ê”. Rojnameya Bugun ku bi têkiliyên xwe yên tarî û derewan tê nasîn jî manşeta “Lixwemikûrhatina Karayilan” ku derbarê 10 gerîlayên HPG’ê yên ku 31’ê berfanbarê li Licê hatin qetilkirin de weşand. Radîkalê jî cih da nameya Aydin Dogan ku gotibû “Em bi zimanê aşitiyê biaxivin.”