Hevdîtinên aştiyê yên Fîlîstîn-Îsraîlê îro destpê dikin
Hevdîtinên aştiyê yên Fîlîstîn-Îsraîlê îro destpê dikin
Hevdîtinên aştiyê yên Fîlîstîn-Îsraîlê îro destpê dikin
Wezareta Karên Derve ya DYE da xuyakirin ku nûnerên Îsraîl û Fîlîstînê ji bo hevdîtinên aştiyê zindî bikin, îro li Washingtonê tên cem hev. Îsraîlê diyar kir ku li gorî rêveçûna hevdîtinan, ewê 104 girtiyên Fîlîstînî serbest berde.
Hevdîtinên aştiyê yên navbera Fîlîstîn û Îsraîlê ku beriya 3 salan ti encam negirt, ji nû ve destpê dikin. Berdevkê Wezareta Karên Derve yê DYE Jen Psakî da xuyakirin pêşhevdîtinên herdu aliyan wê êvara Duşemê destpê bikin û roja Sêşemê dewam bikin.
Wezîrê Karên Derve yê DYE John Kerry, ji bo destpêkirina hevdîtina bi Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû û Serokê Rêveberiya Fîlîstînê Mahmûd Abbas re hevdîtin kiribû.
Tê payîn, di qonaxa destpêkê de herdu alî, li ser "prosedurên ji bo rêveçûna hevdîtinên meha were" rawestin. Psakî diyar kir ku di qonaxa destpêkê de di şûna pirsgirêkên giran de, wê hewl bê dayîn nexşeyeke rê bê amadekirin.
Di nava mijarên herî zehmet ên hevdîtinan de, pêşeroja waregehên Îsraîlê yên li Şerîa Rojava, statuya Qûdisê û mafê vegera penaberên Fîlîstînê cih digire.
Hevdîtinên aştiyê yên Fîlîstîn-Îsraîlê di Îlona sala 2010'an de, ji ber ku Îsraîlê bi awayekî derveyî qanûnû çêkirina waregehên Îsraîlê dewam kir, hatibûn birrîn.
Di vê navberê de Îsraîl wê 104 girtiyên Fîlîstînî serbest berde. Hikûmeta koalîsyonê ya Îsraîlê ev demeke dirêje, serbestberdana 104 girtiyên Fîlîstînî, li hemberî 13 dengên dijber bi 7 dengên erê qebûl kir. Tê payîn, li gorî rêveçûna hevdîtinên aştiyê, wê girtî di mehên pêş de werin berdan.