Hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re dîsa hate redkirin

Hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re dîsa hate redkirin

Serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo hevdîtina asayî ya li Îmraliyê dîsa bi hinceta keştî xirabe ye hat redkirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yurekli û Mazlum Dînç bi boneya bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina heftane ya asayî pêk bînin, serî li rayedaran da. Lê Dozgerê Komayê yê Bûrsayê dîsa bi hinceta keştî xirabe ye serlêdana parêzeran red kir. Li bendê ye ku parêzerên Ocalan ji bo hevdîtina înê (14 Hezîran ) di 13'ê hezîranê de dîsa serî li dozgeriyê bidin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de çûbûn Îmraliyê û hevdîtin pêk anîbûn. Heta niha her tim serledana parêzeran bi hinceta keştî xirabe ye, hewa nexweşe, ewraq kêmin tê redkirin.